Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya gera Colemêrgê de doh çû Geverê û bi gelê Geverê re hat cem hev. Buldan û heyeta pê re li ketina Geverê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Buldan diyar kir ku ji bo li Geverê Starta hilbjartinê bidin, ew hatine vir û got, “Polîtîkayên şidetê dewam dikin. Ji 7’ê Hezîranê heta niha li dijî gelê Kurd polîtîkayên tinekirinê tên meşandin. Hevalên me yên hatin girtin, bi parastina xwe sekna xwe ya berxwedanê naişan dan.
Em ê bersîvê bidin Qeyûman
Pervîn Buldan bal kişand ser sekn û berxwedana gelê Geverê jî û got, “Divê gelê Geverê xwe ji xerakirin û kuştina li Geverê re kerr û korr neke. Bîrdariya Roboskî, Ugur Kaymaz, Ehmetê Xanî û gelek nirxên Kurdan ên hatin rakirin, nayên jibîrkirin. Gel vê yekê ji bîr nake. Bi taybetî gelê Geverê mirin û xerakirina li bajêr ji bîr nake. Gelê Geverê wê Qeyûm bişîne Enqereyê. Miracaeta ji bo namzetan a zêde, gelekî watedar e. Di demeke kurt de em ê namzetên xwe hilbijêrin û bi gel bidin naskirin. Wê li her bajarî û her navçeyê hevşaredarên me hebin. Yek jin û yek mêr. Gelê Geverê dê bi dengê herî zêde bersivê bide AKP û Qeyûman.”
MA/COLEMÊRG