MÛRAT KÛSEYRÎ / STOCKHOLM

Ji ber ku faşîzma AKP û MHP’ê îradeya gelê Kurd bin pê kir û 3 şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê desteser kir, Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê nerazîbûn nîşan da. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kamran Simo Hedilî diyar kir ku ev polîtîkaya mêtingeriyê ye û got “Divê gelê Kurd, hêzên demokratîk û ronakbîr li hemberî polîtîkaya dewleta Tirk a qeyyûm derkevin.”

Hedilî got “Tifaqa AKP, MHP û Ergenekonê dema ku mesele Kurd bin, qanûnên xwe û peymanên navneteweyî jî binpê dikin.”

Hedilî bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 7’ê Tebaxê de diyar kiriye ku ew dixwaze doza Kurdan bi rêyên aştiyane çareser bike û got “Rêzdar Ocalan diyar kir ew dikare di nav hefteyekê de şer bi dawî bike. Lê tifaqa AKP, MHP û Ergenekonê jî 3 şaredarî desteser kir û bersiv da vî tiştî. Dewleta Tirk diyar kir ku ew ji dêvila aştiyê di polîtîkaya şer de israr dike.”