Hevşaredarê navçeya Hênê ya Amedê Abdurrahman Zorlu di 8’ê Îlonê de hatibû binçavkirin û piştî 22 rojan sewqî dadgehê hatibû kirin û bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Piştî hevşaredar Zorlu hat girtin qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, qeymeqamê Karazê Yusuf Turan wekî qeyûm tayînî şaredariya Hênê hatiye kirin. n AMED