2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Amedê bi diruşmeya “Sînemaya bêsînor” li Amedê pêr dest pê kir. 
Sînemageran di vekirina mîhrîcanê de balê kişandin ser zordestî û astengiyên li dijî hûnerê û gotin, tu kes nikare qeyumê tayînî xeyalan bike. 
2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Amedê ya bi pêşengiya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, li Amedê dest pê kir. Mîhrîcan, ji ber desteserkirina şaredariyên DBP’î, ku şaredarî piştgirî dida mîhrîcanê hatibû teloq kirin. Li ser vê mîhrîcan bi piştevaniya Şaxa Egitim-Senê, TMMOB û Mala Cemê hat lidarxistin. Mîhrîcan li eywanên konferansê yên Şaxa Egitim-Sen û Şaxa TMMOB’yê yên Amedê dest pê kir. Gelek sînameger, rojnamevan û sînemahez beşdarî vekirina mîhrîcanê bûn û mîhrîcan bi rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir. 


Hêvî û xeyalên me hene

Sînemager Şêrko Kanîwar axaftina vekirina mîhrîcanê kir û got: “Sînemaya me bê sînor e ji ber ku têkoşer e. Sînemaya me bê sînor e ji ber ku, ev sînema berxwedêr e û li Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê mîhrîcan bi dirûşmeya Sînemaya bê sînor e. Dibe ku eywanên me bigrin, dibe ku di zindanan de temenê me bi awayek fîzîkî birizînin. Gelo ev ê bikaribin qeyumê tayînî xeyalên me, hêviyên me bikin. Ew tu carî nikarin rûmeta me hêviyên me û stranên me ji me bidizin. Em tu car serî natewînin. Em ê li her derê hûnera xwe pêşkeşî hûnerhezan bikin.”


Sînema bêsînor e

Li ser navê Komîteya Amadekariya Mihrîcanê sînameger Îslam Dagdevîren jî anî ziman ku, gava amadekariya festîvalê dikirin, şaredarî bi rêya qeyûman hatin desteserkirin û wiha peyivî “Dixwestin vîna gelê Kurd bin pê bikin. Em wekî hunermend vê yekê qebûl nakin û li kuçeyan jî be em ê mîhrîcana xwe li dar bixin. Ji ber vê yekê mîhrîcan bi dirûşmeya bêsînor hat lidarxistin.”
Dagdevîren diyar kir ku, ew dê mîhrîcanê li her çar aliyên cîhanê bidin nîşandan û wiha berdewam kir: “Sînema bi xwe sînor qebûl nake. Mirov dikare li her derî pêşkeşî temaşevanan bike. Em wekî sînameger sînoran nas nakin.”
Piştî axaftinan, sînemahezan guhdariya Pîyanîst Sergîo kir.


“Bîranînên Li Ser Kevirî” hat nîşandan 


Di vekirina mîhrîcanê de filma “Bîranînên Li Ser Kevirî” ya Derhêner Shawkat Amîn Korkî hat nîşandan. Di film de du hevalên bi navê Huseyîn û Alan qirkirina El-Enfal’ê digirin dest. Di film de her du heval hîn dibin ku gihiştina rastiyan di riya sînemageriyê de derbas dibe. Derhêner Shawkat Amin Korkî jî bi dîmenkêşa xwe milekê qirkirina Enfalê nîşan dide, aliyê din zor û zehmetiya sînemageriyê dibîne.


Doh roja kurtefîlman bû

Festîval doh jî li Komele û Cemxaneya Pîr Sultan Abdal bi nîşandana kurtfîlman dewam kir.  Bernameya doh pêşî bi nîşandana belgefîlma “Otekiler/Yê din” ya ku Ayşe Polat derhêneriya vê dikir, dest pê kir. Dûre jî kurtfîlmên; “Zalzalak/Iraj Mohammadi Razini”, “Azad/Yakup Tekîntangaç”, “Daristan/Onur Saylak-Dogu Akal”, ”Pîyê Min Toz Şekir-Sedat Bariş”, “Kurte Filmek Li ser Wong Kar Wai/Serdar Onal- Omer Çapoglu”, “Bîranînên Hespê Reş/Shahram Alidi”, hatin temaşekirin. 


AMED