Derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Telal Dêrikî di Festîvala Filman a Krakovê de di beşa belgefilman de bi filma xwe ya li ser zarokên di nava şidet û kuştina DAIŞ´ê de tên mezinkirin a bi navê Ji Bav û Kuran,  xelata Qiloçê Zêrîn wergirt.

Derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Telal Dêrikî, ku niha li paytexta Elmanyayê Berlînê dijî, di 58´emîn Festîvala Belgefilman a Krakovê de “Xelata Zêrîn” wergirt.

Navê belgefîlmê Telal Dêrikî “Of Fathers and Sons - Ji Bav û Kuran” e û di belgefilmê de behsa wê yekê dike ka di nava DAIŞ´ê de çawa bav kurên xwe perwerde dikin û hizir û baweriya tundrawî û karê terorîstî belav dikin.

Festîvalê 27´ê Gulanê dest pê kir û 3´ê Hezîranê jî bi dawî bû. Di festîvalê de di beşên belgefilman û kurtefilman de pêşbirk hat kirin ku Telal Dêrikî di beşa belgefilman de hêjayî xelata sereke hat dîtin.

Di nava DAIŞ´ê de ew şopandin

Telal Dêrikî li Sûriyê bi kamerayê çûye nava DAIŞ´iyan û xwe weke alîgirê wan nîşan daye, hevaltiya wan dike. Lewma kariye here meydanên şer û rahênanên wan ên leşkerî bi kamera tomar bike.

Komîsyona Nirxandina Festîvala 58´emîn Festîvala Belgefilman a Krakovê, ji ber vî karê serketî, derhênerê Kurd weke kesekî bêtirs wiha pênase kir: “Di nava cihaneke dirinde de mirovekî çavnetirs”.

 

Filma Hirorî jî bal kişand

Di 58´emîn Festîvala Belgefilman a Krakovê de wekî din belgefilmeke din a ji Kurdistanê jî hate pêşkeşkirin. Filma derhêner Hogir Hirorî ya bi navê “Deminer” (Hilkerê Mayinan), ku serpêhatî û lehengiya pêşmergeyê şehîd, Faxir nîşan dide, di festîvalê de hate pêşandan.

Ev film jî ji aliyê temaşevan û rexnegiran ve bi başî hate nirxandin. Piştî pêşandana filmê, derbarê filmê de ji kesên amade, xwendekaran re panel û minaqeşeyeke dirêj hate pêşkeşkirin. Juriyê nexasim îşaret pê kir ku “em gelekî behsa wê cihana (DAIŞ´ê) dikin, lê qet xwe nagihîninê” û derhêner xwe gihandiye wê dinyayê û bi zimanekî derasayî yê sînemayê kariye trajediya wan zarokên di nava wê sîstema şidet û kuştinê de tên mezinkirin.

Qiloçên Zîvîn jî hatin dayîn 

Di festîvalê de wekî din xelata Ejderê Ejderan (ejder nîşaneke bajarê Krakovê ne) ji derhêner Sergei Loznitsa re çû ji ber alîkariya wê ya di pêşxistina belgefilman di asta cihanî de.

Juriya ji Péter Forgács – serokê juriyê (Mecaristan), Pnina Blayer (Îsraîl), Joost Dammen (Holanda), Chris Niedenthal (Lehistan), Anna Zamecka (Lehistan) pêk hatî ji bilî Qiloçê Zêrîn (ku dan Telal Dêrikî) biryara xelatên sereke wiha da:

Xelata Qiloçê Zîvîn ji bo belgefilma nîv-dirêj a bi navê The Dread (Tirsa Mirinê; filma ji Arjantînê) dan derhêner Pablo Aparo i Martin Benchimol.

Xelata Qiloça Zîvîn ji bo belgefilma metraj dirêj jî ji bo filma Over the Limit (Di ser hedê xwe de) a bi hevkariya Fînlanda, Elmanya û Lehistanê dan derhêner Marta Prus.

KRAKOV