Mehmet Erbey bi stand-upa xwe ya “Qirdik” wê li Stenbolê temaşekerên xwe bi Kurdî bikenîne. Çalakiya ku ji alî Chalak Eventsê tê çêkirin, wê du rojan li ŞA Performansê pêk were. Platforma Chalak Eventsê ku li Stenbolê ji aliyê 5 xwendekarên Kurd ve hat avakirin, par çalakiyên cûrbicûr ên çandî çêkiribûn. Bi sala nû, Chalak Events vê carê bi çalakiya xwe wê beşdaran bikenîne. Mehmet Erbey wê bi stand-upa xwe “Qirdik”ê 8 û 9 ê Çile ango, îro û sibe li ŞA Performansê li pêşberî temaşevanan be. Erbey di stand-upa xwe ya “Qirdik” de balê dikişîne ser zext û fişarên li ser zimanê Kurdî û qala pirsgirêkên rojane dike.

Mehmet Erbey kî ye?

Mehmet Erbey di sala 1978´an li Qoserê ji dayîk bûye. Bi salan wî şanogerî kir û sala 2014´an jî bi lîstika xwe ya Qirdik a Stand-Upê derket ser dikê. Ew her wiha ji bo kanala Kurdî, Stêrk TV bernameya Geştiyar çêdike.

 

STENBOL