Jinên şanoger yên Navenda Çanda Mezopotamya ya Êlih, di 20'emîn sala çalakiya Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995'an heta niha ev 20 sal in bê navber her şemî bi hişyariya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li kolana çalekî li dar dixin,  bi şanoya navê ‘Dîsa’ wê derkevin ser dikê.

Şanogerên jin bi boneya 500'emîn hefteya çalakiya Dayikên Şemiyê, wê li Êlihê di 11'ê Hezîranê de li Sînemeya Yilmaz Guneyê listika bi navê ‘Dîsa’ nîşan bidin.

Dayik, her hefte roja şemiyê derdikevin kolana û aqûbeta windahiyan dipirsin. 

Dayik ji bo bigêjin hestiyên xizmên xwe serî li hemû erkdar û berpirsên hikûmetê dane. Lê hê jî bi qasî misqalekê jî gav nehatiye avêtin. Jinên şanoger yên Navenda Çanda Mezopotamya yên bi navê Nûroj Munzur, Sultan Tezel û Pelda Bal derbarê Şanoya ‘Dîsa’ de ji RojNewsê re axivîn û diyar kirin ku ji bo balê bikêşin ser 500'emîn hefteya çalakiya Dayikên Şemiyê, wê derkevin pêşberî gel.

  

'Qêrîna dayikan bi wate dike'

Munzur derbarê Şanoya 'Dîsa' de jî axivî û ev tişt got: "Weke jinên şanoger yên Navenda Çanda Mezopotamyayê me xwest di 20'emîn sala çalakiya Dayikên Şemiyê de şanoyek ya têkoşîna wan bi nav dike, amade bikin. Şanoya me dengê dayikan û qêrîna wan bi wate dike." Munzur got ku çalakiya dayikên şemiyê gelek li ser me bandor kir û me ji xwest qêrîna dayikan bi hunerê derxin pêşberî mirovan.


 'Di lîstika me de 4 jin hene'

Şanoger Sultan Tezel ji bal kişand ser naveroka şanoyê û wiha got: "Di vê projeyê de 4 jin hene û her  jinek rolê dayik û zarokên wê ji aliyê hêzên tarî ve ango JÎTEM'ê ve hatibe qetilkirin dilîze. Jinek jî heye bi hemû awayî dilîze, çar çaran dibe kolan, tarîtî, rona . Dîsa di şanoya me de sînevziyonek ku çalakiya dayikan dide nîşandan amade kir û beşek me jî ji sînevziyonê pêk tê."

 

'Berpirsyar bê dengin'

Lîstikvan Pelda Bal jî bilêv kir ku ji ber rastiya hebûna dewletê û feraseta hikûmetên serdest û dîktator, bi taybet di salên 1990-2000'an de zêdeyî 17 hezar û 500 kes hatin binçavkirin û bi destê polîs, leşker û tîmên taybet hatin qetilkirin. Bal bilêv kir ku armanca wan ew e dengê Dayikên Şemiyê bi lîstika xwe ya Dîsa li raya giştî bidin hîs kirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anîn: "20 sal in Dayikên Şemiyê bênavber li hemû qadan têkoşîna xwe dewam dikin. Lê kesên berpirsyar heya niha bê dengin. Tenê daxwaza wan ew e ku bigin hestiyê xizmên xwe. Em ji êdî dibêjin bese bila windahî werin dîtin û kujer werin darizandin."


OMER ÎKE/ROJNEWS/ÊLIH