Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci, li ser ‘rojiya mirinê’ got: “Li vir, berpirsiyariya esasî dikeve ser milê desthilatdariya siyasî. Ji bo gavavêtinê, divê em zorê li desthilatdariyê bikin.” Seroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncanci û Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî got, rojiya mirinê qîrîna li dijî bêdengiya civakê ye.

Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî rojiya mirinê nirxand û got, “Ji bo li Tirkiyeyê hiqûq pêk bê meseleyeke pirr hêsan gihîşt van qonaxên bi tehlûk. Berpirsiyariya herî mezin a hikûmetê ye. Pêkanîna qanûnan di bin berpirsiyariya dewletê û organên dewletê de ye. Pêkneanîna vê yekê ya heta îro sûcek e. Diviya hikûmetê destûr nedaya ku pêvajo bigihişta vê qonaxê. Lazim bû gavan biavêje. Ji bo pêkanîna qanûn û hiqûqê divê daxwaza girtiyan were qebûlkirin.”

Gavên pêwîst divê bên avêtin

Seroka Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî got, çalakgerên greva birçîbûnê ji bo dengê xwe bidin bihîstin neçar man serî li vê rêbazê bidin: “Her ku biçe bêdengiya civakê wê qonaxê ber bi qonaxeke din ve bibe û bibe sedemê mirina mirovan. Berpirsiyareke girîng dikeve ser milên siyasetê. Divê teqez îradeya siyasî guh bide vî dengî û ji bo daxwaza wan, gavên pêwîst werin avêtin.”

Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci jî diyar kir ku armanca kesên di greva birçîbûnê de, ne mirin e, berevajî jiyan e: “Girtî bi van çalakiyan hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.”

Bakkalci, dest nîşan kir ku berpirsiyartiya esasî dikeve ser milê desthilatdariyê û wiha peyivî: “Ji bo ku desthilatdarî gavê biavêje, divê beşên civakî zêdetir hewl bidin.”