Çapemeniya cihî ya bajarê Elmanyayê Hildesheimê, behsa çalakiya Kurdistaniyên li bajêr li dijî tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven re dike. Di heman demê de desteka siyasetvanên Die Linke yên eyaleta Niedersachsenê jî ji bo vê çalakiyê derdixe pêş.

Li gorî nûçeya Hildesheimer Presse, di hefteya çalakiyê ya li seranserê eyaletê de endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hildesheimê li navnîşana Rosenhgen 20´ê ji 3´yê Kanûnê heta 7´ê Kanûnê çalakiya greva biçîbûnê bi rê ve bibin bi şîara “Qîrîna li dijî tecrîdê“  bi armanca: “piştgiriya parlamentera HDP´ê Leyla Guven. Ew ji 21 (îro 24) rojan ve greva birçîbûnê li dijî tecrîdê û rewşa xirab a li hepsên Tirkiyeyê ku herî zêde jî girtiyên nexweş ji ber wan şepirse dibin.”

Hevserokê rêxistina Die Linke li eyaletê Lars Leopold jî li ser mijarê dibêje, ew destekê dide Kurdistaniyên li eyaletê wê çalakiyan hefteya bê li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya Leyla Guven li dar bixin.

 

HILDESHEIM

 

Tecrîdê bişikînin

 

Li bajarê Swîsreyê Wintherthurê jî bi çalakiyekê tecrîd hate şermezarkirin.  Çalakî bi pêşengiya CDK-Wintherthurê li Grabenplatzê hat lidarxistin.

 HILDESHEIM/WINTHERTHUR