Di dawiyê de psîkoterapîstê wî berê wî da huner. Pirraniya berhemên wî hêmanên ji “The Scream/Qêrîn”ê nîşan didin: “Ew diqîre, lê em pê nizanin ka kes dibihîze yan na.”
Medenî Yanat kurdekî ji Bakurê Kurdistanê ye ku heta dest bi zanîngehê nekir, zêde haya wî ji mîrasa çandî ya miletê wî nebû. Lê gava ku hay jê çêbû jî jiyana wî ji binî ve guherî. Piştî ku 12 salan di zindanên Tirkiyeyê de ma, niha li bajarê Skoçyayê Glasgowê penaber e. Ji ber tecrûbeya xwe ya êşkenceya giran û 12 salên di zindanê de, ji bo dermankirina ruhê xwe ew dest bi çêkirina resman dike; hunerê wî jî her qîrînek e.
Medenî serpêhatiya xwe ji Sarah Glynn a ji rojnameya The National a Skoçyayê re bi israr gotiye, serpêhatiya wî mînakeke ji zilma dewleta Tirk li miletê Kurd kiriye.
Medenî hîna zarok malbata wê ji Kurdistanê koçber dibe û diçe Turgutluta li rojavayê Tirkiyeyê.
Tê bîra wî dema ku di nîveka salên 70´yî de bavê wî ew birî dibistanê. Hingê pirsa pêşî jê kirine, ew bûye, ka gelo ji wêneyê wî Ataturkî nas dike yan na. Jixwe, ew ê li dibistanê fêrî Tirkî jî bibûna. Gundê kku Medenî jê ye, gundekî ziman Ereb e, tevî ku Kurd in. Vê rewşê gelek zext lê kiriye di warê îfadekirina nasnameya xwe ya çandî de.
Neteweperestiya Tirk berpirs e
Sarah Glynn bi kurtî behsa dîroka avakirina Tirkiyeyê li ser neteweperestiya etnîk a Tirk û yekrengkirina hemû miletan dike û dibêje, çanda Kurdî û yên ku hewl dan wê îfade bikin, her hatin tepisandin û îro jî ev dewam dike.
Çalakbûna siyasî ya Medenî bi bavê wî dest pê dike. Hîna wî nû dest bi disbiotanê kiribû, bavê wî bi îdîaya ku di meşeke 1´ê Gulanê de slogana “Azadî ji Kurdan re gotiye” hatiye girtin; û ev jî li ser wî tesîrê dike, ji ber ku ew ê salekê daimî biçûna serdana bavê xwe yê girtî.
Medenî bi zehmetî be jî wê biçûya zanîngehê, li Qonyê, bajarekî muhafezekar ê Tirkiyeyê. Wî beşa dîrokê dixwend, lê Kurd di wê beşê de hatibûn jêbirin. Her cara ew diçû mala xwe, didît ku hevalên wî tevlî nav refên PKK´ê dibin, hinek tên girtin û hinek jî jiyana xwe ji dest didin. Carekê dema diçe malê, hevalekî wî pirtûka Mêhtingeheke Navneteweyî Kurdistan dide wî. Ev pirtûk jiyana wî û biryarên wî diguhere.
Ji bo neçe eskeriyê
Piştî ku zanîngeh qedand, wî dest bi mamostetiyê kir; di dema mamostetiya xwe de jî wî ji şagirtên xwe dixwest ku ji metnên xuya û wêde li dîrokê binihêrin. Di sala diduyêî ya mamostetiya xwe de ji bo ku neçe eskeriya dewleta Tirk, xwe vedişêre. Di serdegirtina malê de wî digirin û 15 rojên “weke sedsalekê” yên lêpirsîn û êşkenceyê. Pirsa pêşî jî, “Tu Kurd î yan Tirk î?” Ji ber ku wî got, ew Kurd e, “diviyabû berdêla wê bide”. Wî berdêl da, êşkence lê hat kirin, hat tacîzkirin, heqaret lê hatin kirin, her carê vê yekê dewam kir ji bo ku metnekê mohr bike. Û di dawiyê de di bin gefa destavêtinê de wî ew metna ku polîsan hazir kiribû mohr kir. Ev metna hanê “îtîrafa” wî bû, ku wê 12 salan ew bixista hepsê.
Êşkencê li hepsê jî dewam kiribû, lê bê fesal, bê serûber, ji ber ku netirsiyan ku şûn û şop li ser laşên wan bimînin. Van êşkenceyan li ser beden û ruhê Medenî şûna birînan, dewsa zextan hiştiye. Di dema girtîbûna xwe de Medenî gelek caran ketiye greva birçîbûnê ku yekê jê 40 rojan dewam kiriye.
Piştî ku hat berdan Medenî bi zorê xwestin bibin eskeriyê, lê ew ê salekê bi destûr û 9 mehan jî qaçax, karibiya neçe eskeriyê. Gava ew girtin û şandin eskeriyê jî wê ti carî sîleh nedana wî.
Ew her çalak bû, di nava HDP´ê de jî wê çalabûna xwe dewam bikira; di axaftineke xwe ya ji xelkê re, wî doza çareseriya pirsgirêka Kurd û bersivdayîna agirbesta PKK´ê kir û ji ber vê doz li wî hat vekirin. Sê sal ceza lê hat birrîn; lê dema ku wî îtîrazî biryarê da jî, ew bû penaber û xwe gihand cem xwişka xwe ya li Glasgowê.
Weke terapiyê huner
Medenî ji ber ku hevalên wî di hepsê de bûn, ji ber tecrûbeya hepsê û êşkenceyê, wê nekariya bi xew ve biçe; dermanan jî wê fêde nekira. Di dawiyê de psîkoterapîstê wî berê wî da huner. Berê jî hinekî bala wî çûbû ser huner, lê derfeta bipêşxistinê nebû. Niha pirraniya berhemên wî hêmanên ji “The Scream/Qêrîn” a Munch nîşan didin. Sarah Glynn ji bo hunerê wî dibêje, “Ew diqîre, lê em pê nizanin ka kes dibihîze yan na.” Heps, berxwedana li hepsan, berxwedana miletê Kurd jî xwe di berhemên wî de dide nîşan. Hunerê wî yekser bi tecrûbe û têkoşîna wî re elaqedar in.
Bi peyamên siyasî bi dawî dibe
Bi serpêhatiya Medenî re malbata wî jî siyasî çalak dibe. Dayika wî bûye hevseroka HDP Turgutluyê û beriya bi 2 mehan 10 rojan hat destgîrkirin. Sarah Glynn meqaleya xwe wiha bi dawî dike: “Bêhtirî 7 hezar Kurd niha di greva birçîbûnê de ne ji bo mafekî sereke yê mirovan: da ku Ocalan malbata xwe û parêzerên xwe bibîne. Dema ku min ev gotar dinivîsî, ez pê hisiyam ku siheta Îmam Şîş ê ku ku Welatê Galiyan gelekî xirab bûye.”
GLASGOW