Qirkerê serberdayî
Kovara Fransî ya heftane Le Point, di nivîsa xwe ya edîtoriyê ya hejmara xwe ya nû de bi gotinên Étienne Gernelle serokçeteyê dewleta Tirk, Erdogan weke “qirkerê serberdayî” bi nav kir.
Gernelle dibêje, hinek difikirin ku dinya wê xweştir be ku em çend peykeran ji cihên wan bikin. Le belê bi qasî em dizanin ew (statu) nakujin. Lê zindî, belê (ew dikujin). Weke serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan, ê ku krîza Covidê jî nekarî hêrs û kîna wî ya li dijî Kurdan kêm û ko bike, û va ye wî berê xwe dîsa da şer.”
Kovar bi van gotinan behsa êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Ew dibêje, êrişên dewleta Tirk zirar nexasim dan Êzîdiyên li Şengalê ku beriya niha jî DAIŞ’ê hewl dabû wan qir bike. Ew rola dewleta Tirk a di vê yekê de jî bi bîr dixe. Jixwe sernivîsa vê edîtoriyê jî “Erdogan, qirkerê serberdayî” ye. PARÎS