Navenda Çand û Hunerê ya Nûda di 27’ê Mijdara 2013’an de di banê Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê li nevçeya Rêya Armûşê hat vekirin. Li navendê qursên govendê, tembûr, gîtar, keman, erbana, bilûr, sînama, wêne, peykertraşî, şano û hwd. dihatin dayîn. Heta niha nêzî 500 kesî li navendê ders wergirtibûn û ders bi Kurdî bûn. Li navendê di heman demî de dersên Kurdî jî dihatin dayîn.

Piştî ku qeyûm hate ser şaredariyê dawî li karê bi sedan kesî anîn. Ligel ku 2 sal mabûn ku peymana wan biqede jî bi girtina Nûda re dawî li karê 49 kedkarên hunerê yên Nûda jî anîn û Nûda hat girtin. 

WAN