Tirkiye ketiye dema “cahiliyê”... Kenan Evren ev pêvejo da dest pê kirin, mîratzedeyê wî Erdogan jî didomîne. Evren, baş zanibû ku riya xapandin û “bîad”kirinê, yek şovenîzma Tirkîtî ye, ya din jî ola “islamî” ye. Bi kar anî. Erdogan jî didomîne. Lê Erdogan, gaveke din avêt; şer kire amûrê sereke yê desthilatdariya xwe. 
Erê, Erdogan zêde gav avêtin, gav bi gav ber bi dîktatoriyê ve çû û gihîşt radeya faşîzmê. Li Ewrûpa, pirranî li Londonê, dema behsa Erdogan tê kirin, faşîzm, Hîtler, diktatorî û dadgehkirinê diaxivin.
Doh jî, di civîna Konseya Ewrûpayê de, bi zimanekî hevbeş hate gotin; “Tirkiyê ber bi rotayeke din ve diçe.” 
Lê Erdogan û Tirkiyeya Erdogan, hiqûq û edalet, demokrasî û varyantên mafên mirovan, yên Ewrûpa qebûl nakin. Ji roja destpêkê û heta îro dibêjin; ne krîterên Kopenhag, krîterên Enqerê. Ewrûpa jî, her dem, wek şantaja penaberan, paş de gavan diavêje. Ewropa çiqasî bêje, varyantên demokrasiyê yek in, bi taybet “varyantên demokrasiya tirk” nînin jî, Erodgan ji krîterên Enqera paş de gavan navêje. 
Erdogan, şerxwaz e û heta jê tê, şer kûr dike. 
Doh jî, bi imzeya Serokwezîrê nû Bin-Alî û 26 wezîrên wî, qanûna rewşa awarte şandin parlamenê. Qanûn, di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de ye û fermandarên leşkerî dikevine dewsa dozger û dadgeran. Ahenpûş, yan jî bablibeyanê (zirx) leşker, kontra û çeteyan jî çêbû. Kes nikare kujeran, ji sedema kuştina Kurdan dadgeh bike. Berê jî nedihatin dadgehkirin, lê niha dibe qanûn. Avêtina ser malan, girtin û bi mirovan re şewitandina avaniyan, meşrû dikin. 
Li bakurê Kurdistanê, rewşa awarte di radeya faşîzmê de heye, niha qanûna wê derdixin. Qanûnên Tirkiyeyê ji qanûnên Hamurabî paşverûtir in. 
Erdogan şervan e û bi DAIŞ´ê şerê li Sûriye û Iraqê kûr û gurr kir. Yek ji lîderên DAIŞ´ê Erdogan e... Erdogan û MÎT´a Tirk, artêşek ji komên çete û bi navên cuda ava kirine. Tev li dijî Kurdan şer dikin. 
Heqperest (!) Erdogan di rojiya Remezanê de jî Kurdan dikuje. 
Pêdiviya Erdoganê mislimîn (Suryanî ji bo kesên bavfileh bi kar tînin) bi şer heye; “muharrik û mûşewwik” e , derewîn e. 
Piştî ku parlamena Elmanyayê qirkirina Ermeniyan qebûl kir, Erdogan har bû. 1.-Nijadperestiya xwînê kir. Ev rengê faşîzmê ye. 2.-Behsa du hezar belgeyan kir. Ev jî derew e, ji ber ku belgeyên Osmaniyan, beşek hatin tunekirin, beşeke din jî li Çarçiya Sahafan mişk wan dixwin, yan jî li bedestana Tahtakale dibine kîsikê helaw û beharatê... 
Dîroka Tirkiyeyê “ne tekîn e” baweriyê nade, çêkiriye.
Em çavdêrê qirkirina Ermenî û Suryaniyan e... Erê em!... Her çiqasî, em ne zarokên salên 1915´an bin, me bi çavên xwe nedîtibe jî, lê me gorên wan, neviyên wan û malbatên wan dîtin. Em gundiyên hev bûn, cîranê hev bûn. Me xizmên wan ku ji Serhedê hatin, li Çiyayê Hevêriya li gundê Mizîzexê, neviyên xwe, xwarziyên xwe ziyaret kirin, dîtin. 
Vê jî da xuyakirin ku di qirkirina Ermenî û Suryaniyan de, Kurd jî hatine kuştin. Wek Enfala Saddam, Kurd, Ermenî, Suryanî di riya tehcîrê de hatine tunekirin. 
Mizîzex gundê min e. Di riya navbera gund û Midyadê de, “Mextela Eyşê” heye. Eyşê jineke ji mihacirên sala 1915´an e. Misilman e û Kurd e. Keça wê Fatim, li gund bi mêr bû, zarokên wê jî li gund in... Mala Heyder!... Eyşê, yek ji mihacirên ji Serhedê ye, bi gelek kesên mihacir re, ligel Ermeniyan reviyabû. Li Mizîzexê bi cih bûbûn. Ligel gundiyan, Dêrên Midyadê jî destek didane mihaciran. Bi saya misyoneran, Ewrûpa pere dişand ji dêran re. Lê Rêveberiya Dêran li Midyadê, ew arîkarî bi mihacir û xizanên herêmê re parvedikir. Ev jî têkiliya Suryanî û Kurdan nîşan dide.