Di çalakiya hat lidarxistin de hate diyar kirin ku êrîşa li dijî Êzîdiyan pêk hatiye bila ji aliyê parlamentoya Ewropayê ve wek ‘Qirkirina Êzîdiyan’ bê qebûlkirin. Gelê ku li Navenda Jiyana Bîşenk a Şirnexê meş pêk anîn, dowîzên bi kurdî, erebî, îngîlîzî, yên wekê ‘Ji Şengalê re azadî’, ‘Qehr be DAIŞ’, ‘ji Ezdîxan re azadî’ hatin hildan û dirûşmeyên ‘An Azadî An Azadî’ hatin berzkirin.

Îlyas Îso li vir daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di seranserê dîrokê de kurdên Êzîdî ji ber bawerî û nasnameya xwe di bin dehan komkujiyê re derbas bûye û got ku divê rayagiştî ya cîhanê li dijî êrîşên demên dawî yên DAIŞ’ê ên li dijî Êzîdiyan bêdeng nemîne.

Îso di dewama axaftina xwe de wiha got: “Çeteyê DAIŞ’ê ji 3’ê Tebaxê û vir de êrîşên hov li dijî gelê me pêk anîn. Jinên Êzîdî revandin û firotin. Serê zarokên biçûk jêkirin. Serê wan li kolanên Şengal û Mûsilê gerandin.”

Îso bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin û xwest ku rayagiştî ya Ewropa û parlamentoya Ewropayê ji van hovîtiyan re bêje êdî bes e û komkujiya li ser gelê me pêk hatiye wek qirkirin bide nasîn. 


 ŞIRNEX