Di fuareke kariyerê ya li Dibistana Bilind a Merseburgê de xwendekaran şirketa çêkirina sîlehan Rheinmetall û artêşa federal a Elman protesto kir. Xwendekarên çalakger gotin, “Qirkirina Kurdan bi sîlehên Elman ne mijarek e ku mirov biparêze.”

Di dema çalakiyê deji bilî hilgirtina pankarta li ser nivîsandî “Şer li vir dest pê dike. Şirketên sîlehan bêsîleh bikin. RiseUp4Rojava” xwendekaran sloganên “Tankên Elman ji kurdistanê bicehemin” jî gotin.