YAŞAR AKSÛ/MÊRDÎN


Yek ji şaredariyên DBP’yê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hat desteser kirin û bi rêya qeyûmên wan tê birêvebirin, Şaredariya Dêrikê ye. Karmendê dewletê yê li vir bûye qeyûm, mîrateya dîrokî ya navçeyê ji holê radike. 

Li navçeya Mêrdînê Dêrikê, ku nifûsa xwe zêdeyî 60 hezarî ye, gelek nasnameyên etnîk û çandî lê dimînin. Niha mîrateya dîrokî ya van gel û nasnameyan li ber tinebûnê ye.

Karmendê dewletê ku 11’ê Îlona 2016’an weke qeyûm li Şaredariya Dêrikê ya DBP’yî bi cih bû, karê wî yê destpêkê daxistina tabelaya bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ermenkî bû. Piştre bi dehan saziyên ser bi şaredariyê ve hatibûn girtin. Karê herî dawî yê qeyûm, tinekirina mîrateya dîrokî ya Dêrikê ye.

Li Dêrika Çiyayê Mazî ku mîna Dêrka Sûrp Kevork-Ortodoks a Ermeniyan, Dêra Katolîk a Ermenî, Dêra Xelqebî, Yakûbî (Suryanî, Ortodoks), Dêra Newalê, Mala Seydê Reşîto bi dehan dêr û avahiyên dîrokî yên Suryanî, Ermenî û Keldaniyan hene. Piştî xemsariya dewletê niha jî ji aliyê dewletê ve tên xerakirin. Dêra Keldanî ku yek ji 6 mîrateyên dîrokî yên li navenda bajêr e û weke mala Hecî Bekir tê naskirin ji aliyê qeyûm ve hate xerakirin. Li şûna wê avahiyek hate çêkirin ku hê ne diyar e wê ji bo çi bê bikaranîn.


Yên nebûn axûr filitîn

Piştî qirkirina 1915’an a ji bi destê dewleta Tirk, komeke biçûk a Ermeniyan li Dêrikê mabû. Dema ku cihên dêran ên li navenda navçeyê bê lêkolînkirin, wê were dîtin ku her netewe û her mezheb bi qasî hev li nava taxan belav bûne. Ermenî di her demê de û di vê dema dawî de salê carekê bi organîzeya Dêra Ermenî ya Stenbolê dihatin van dêran û ayinên xwe dikirin.

Bi demê re dêr bi agahiya dewletê tên xespkirin. Tenê Dêra Ermenî ya Sûrp Kevorkê dimîne. Dêra Ermenî ya Sûrp Kevork jî ji ber ku weke axur ji hespên leşkerên siwarî re dihate bikaranîn, nehate xerakirin. Dêrên din yan kirin erdekî vala yan jî di binê avahiyan de hatin hiştin.


Li navendê kevirên mîrateya dîrokê

Li gorî agahiyên sala 1924’an ji aliyê hin cemaet û paktrîkan ve hatin nivîsandin, li navenda Dêrikê, Dêra Sûrp Kevork (Ermenî Ortodoks), li axa Dagê bû.

Dêra Katolîk a Ermenî-Xelqebî, li cem şaredariya berê bû. Yakûbî (Dêra Ortodoks a qedîm a Suryaniyan) û Dêra Newalê-Mala Seydê Reşîto, li taxa Dagê bû. Dêra Protestan, li cihê Sînemaya Çelîk bû, her wiha weke dibistana destpêkê ya seretayî dihate zanîn. Dêra Keldanî (Mala Hecî Bekir), li taxa Dagê bû. Dêra Katolîk a Suryanî jî li navenda navçeyê bû.


Hawîrdora Dêrikê ji bo ayînan starek bû

Li derveyî navenda navçeya Dêrikê, navên avahiyên ji mîrateyên dîrokî, wiha ne:

Keşîşxaneya Mar Atanûs, li taxa Tilbisimê ye. Navê xwe ji Metropolîtê Meyafarqîn Mar Athanasiyos Sendr|loyo tê, ku sala 750 da çêkirin.

Keşîşxaneya Mar Donîel, li çiyayê Metîna li nêzî Tilbisimê ye. Li ser navê Mar Donyel ê ji Goloşê hatiye çêkirin, ku di sedsala 5’an de jiyaye.

Keşîşxaneya Mar Gevargîsê, li geliyê Beyt Ese yê gundê Şabo yê navçeya Dêrikê ye. Sala 1176’ê Piştî Zayinê, Metropolîtê Amîdê Brahîm ê 4. ku ji aliyê Patrîk Mîhayel ê 1. ve hate resmkirin, li vir perwerde bû.  (Mîhayel Rabo) sala 1180’ê yek ji 4 epîskopostan e ku cihêkariya ‘Vahbûtî’ kiriye. Piştre tayînî Xabûrê tê kirin.

Keşîşxaneya Mar Atanasiyos Sendloyo, li Tilbisimê ye. Sala 792’an Piştî Zayinê patrîk Yûsûf li vê keşîşxaneyê wefat kir.

Keşîşxaneya Mar Danyal, li bakurê navçeya Dêrikê, li jorê Keleha Barihiye ya bi 4 saetan dûr e, cih digire. Li ser navê Mar Danyal ê ji Goloşê hatiye çêkirin. Tê zanîn ku sala 439’an Piştî Zayinê hatiye çêkirin. Tê gotin, Metropolîtê Afre yê Xorasanê Mar Atanasiyos, di destpêka sedsala 10’an de li vê keşîşxaneyê mezûn bû.

Keşîşxaneya Mar Baresom li Til-kibab û li nêzî gundê Bekdeşiyê yê Dêrikê ye. Piştî ku bi temamî xera bû Mar Yûhanna ji nû ve dide çêkirin.

Keşîşxaneya Şemitiyanê, li dora Telbisimê ye.