Di serdegirtinan de, welatiyê bi navê Azîz Kanar ê hate zanîn ku ji sedî 92 astengdarê ortopedîk e jî di nav de Mevlut Erek, Nedîm Erîn, Mustafa Turk, Azîz Erol, Ahmet Erol, Ramazan Esen, Ramazan Sîlgîr, Halîl Kanar, Mahmut Danişman, Hacı Cîn, Mahmut Sicak, Nusret Bayrak, Mehmet Kurşun û Mahmut Tekîn hatin binçavkirin. Welatî birin Midûriyeta Polêsan a Rihayê. Kanar ê astengdar li Midûriyeta Polêsan a Wêranşarê tê rawestandin. 

Hevserokê KURDÎ-DER ê Şaxê Wanê Şakir Asil û Rêveberê HDP'ê yê Navçeyê Tûrgût Bayram,ji ber ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya ragihandina xwerêveberiyê ya navçeya Erdîşê bûn, doh di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Bi tohmeta "yekparebûna dewletê" xira dike, Asil hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F ya Wanê. Bayram jî serbest hat berdan. 


 RIHA/WAN