Polîsan dest danîn ser gelek komputer û belgeyên şaredariyê û ji bo lêkolînê birin Midûriyeta Emniyeta polîsan a Êlihê. Li ber deriyê avahiya şaredariyê tedbîrên xurt ên ewlekariyê hatin girtin. Di encama operasyonê de Endamê Şaredariyê, Hayrettin Caymaz, Rêveberê Emlakê Abdurrahman Çagıl,Alîkarê Serokê Navenda Çand û Hunerê Veysel Çolak jî di nav de bi giştî 20 kes hatin biçavkirin û birin midûriyeta polîsan. Lêgerîna li şaredariyê didome û tê payîn ku jimara binçaviyan zêdetir bibe.
Li Amedê 7 binçavî
Di çarçoveya operasyonê de polîsan li Amedê jî, di demjimêrên danê sibê de bi ser gelek cihan de girtin. Di encama serdegirtinan de Endamê Melcîsa Partiyê (PM) ya BDP’ê Ercan Aslan û Kekê Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Erdtûgrûl Tuncel û hevsera wî Eîin Tuncel jî di nav de bi giştî 7 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin ji bo lêpirsînê şandin Êlihê.
Li Misirca Sêrtî 16 kes binçav kirin
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan li navçeya Misircê ya Sêrtê bi ser BDP, Şaredarî û saziyên civakî de girtin û heta niha 16 kes binçav kirin. Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Sêrtê serê sibê li navçeya Misircê ya Sêrtê bi ser avahiya BDP, Şaredariya Misircê, Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariyê Mala Çandê û mala Nûçegîhanê DÎHA’yê Abdullah Çetîn de girtîn û lêgerîn pêk anîn.
Lêgerîna avahiya BDP'ê û Şaredariyê hêj didome. Polîsan di serdegirtinan de mal tev li hev kirin. Di serdegirtina malan de heta niha 16 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha we: Endamên Meclîsa Şaredariyê Şakir Evirgen, Ahmet Keklik, Enise Esmer, Selamet Tadik, Serokê BDP'ê yê berê yê Misircê Abdulgaffur Kabilay, welatiyên bi navê Sinem Ateş, Esmer Baran, Emin Eren, Mesut Yilmaz, Cemil Yilmaz, li Stenbolê Sinem Ateş, endamê meclisa şeredariyê Unal Bozyigit, Umît Oral, li Antalyayê Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Nail Asma, Zubeyir Yoltaş û endamê BDP'ê Nedîm Îvdîl û nûcegihanê DÎHA'yê yê Sêrtê Abdullah Çetîn di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Polîsên ku nêzî saetekê li şaredariyê lêgerîn pêk anîn, hin belgeyên fermî, komputora li odeya Aydin û pirtûka bi navê; 'Ji rêveberiyên xwecihî ta xweseriya demokratîk' a ji aliyê BDP'ê ve hatiye amadekirin desteser kirin. Piştî lêgerînê Aydin hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Aydin jî dê bibin Êlihê. 2 meh û nîv beriya niha jî di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK'ê de endamên meclîsa şaredariya Akdenîzê yên BDP'î Selim Ekici û Hasan Arik hatibûn binçavkirin û girtin. Xebatkarê şaredariyê Kerîm Aydin jî meh û nîveke beriya niha hatibû girtin.
Doh 65 kes hatin binçavkirin
Ji serê salê ve bi hezaran kes hatin binçavkirin. Her hefte bi dehan kes têne binçavkirin. Doh 65 kes hatin binçavkirin. Di 14 û 15’ê berfanbarê de 12 jê xwendekar bi giştî 64 kes li Amed û Stenbolê hatin binçavkirin. Piştî ku DTP’ya ku hatiye girtin di hilbijaritna adara 2009 de gelek şaredarî bi serkeftineke mezin bi dest xist, operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyasetmedarên Kurd dest pê kirin. Di encama van operasyonan de herî kêm 8 hezar kes hatin binçavkirin û zêdetirê 4 hezar kes hatine birtin. Di nava kesên hatine girtin de 18 şaredar û 6 parlementerên BDP’ê hene. Her wiha bi sedan hilbijartî, parêzvanên mafê mirovan û sendîkavan jî hene.
NAVENDA NÛÇEYAN