Bendavê du gund ji hev qut kirin
Her wiha çûn û hatina gundên li Geliyê Perî jî asê bûne. Welatiyên du gunên li her du aliyê çem li pêşberî hev in, ji bo ku bi ser hev de biçin û bên, neçar in ku bi saetan bimeşin. Têkiliya van gundan ji ber bendavê ji hev qut bûye. Her wiha gundê Golek ê di navbera bendavên Pembelîk û Seyrantepe de maye jî, li nava gelî asê maye. Neçar in bi kelekên ku bi derfetên xwe çê kirine, biçin û bên. Gundî dibêjin, gelek caran hindik maye bixeniqin û destnîşan dikin ku birina doktor a nexweş û kalûpîran bûye êşkence.
Qira masiyan hat
Li derdora gola Seyrantepeyê, di mehên Gulan û Hezîranê de bi hezaran masiyên mirî li peravê çem hatin dîtin. Gundî dixwazin di biwara mijara mirina masiyan de bi lezgînî lêkolîn were kirin. Gundî di wê baweriyê de ne ku ji ber kêmbûna avê masî bê oksîjen mane û telef bûne.
Tevî ku gundiyên Nazimiye bi salan bi çalakiyên xwe yên vedana konan re li dijî bendavan nerazîbûn nîşan dan, hevkariya LÎMAK û BÎLGÎN a ku îhaleya bendavê stend, piştî bendava Pembelîkê bendava Seyrantepeyê jî çê kir. Gundî û dilxwazên hawirdorê yên li hemberî çêkirina bendavên Pembelîk û Seyrantepeyê rabûn, her tim li astengiyên jenderme û dadgeriyê rast hatin. Gelek gundî û hawirdorparêz hatin binçavkirin, gelek ji wan çi girtî çi ne girtî bi daxwaza cezayê girtgehê yê bi dehan salan tên mahkemekirin. Herî dawî bi girtina devê bendavê re, masiyên heta metreyekê dirêj dibin ên li nava çem, mirî hatin dîtin. Projeyên bendavê yên veguherîne qirkirina xwezayê jî dewam dikin.
DÊRSIM