Mamosteyê Dibistana Kurdî ya Ferzad Kemanger Adîl Qazî, di serdema perwerdehiya nû de qedexeya zimanên dayikê rexne kir û diyar kir ku astengiya perwerdehiya zimanê dayikê qirrkirina çandî ye. Bi destpêkirina serdema hîndekarî û perwerdehiya sala nû, mafê perwerdehiya zimanê dayikê dîsa ket rojeva Tirkiye. Her çend Tirkiye peymanên navneteweyî ku her civak û netewe karibin bi zimanê dayikê perwerde bibe, îmze kiribe jî gelek civak û neteweyên li Tirkiye nikarin bi zimanê dayikê perwerde bibin û tenê zimanê Tirkî zimanê fermî ye.
Dibistanên bi Kurdî mohrkirî ne
Di serdema nû de Dibistana Kurdî ya Ferzad Kemanger, Dibistana Sereteyî ya Bêrîvan, Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş, Krêşa Taybet Înan û Krêşa Zarokan a Hêlîn Şen û Pêşdibistana Cemile Çaxirga, hatin mohrkirin. Piştî ku dibistan û krêşên zarokan ên Kurdî hatin mohrkirin, îsal perperdehiya bi Kurdî nehat kirin. Mamosteyê Dibistana Kurdî ya Ferzar Kemanger ku 238 xwendekarê wê hene, nêzîkatiya li dijî perwerdehiya bi Kurdî nirxand û diyar kir ku qedexe û astengiyên li ser zimên qirrkirina çandê ye. Qazî anî ziman ku di serdema Împaratoriya Osmanî de jî Kurdan li herênê xwe bi xwe, xwe bi rêve dibir û mafê xwe yê perwerdehiya bi Kurdî azad dimeşandin.
Ji serî heta binî bi Kurdî
Qazî, anî ziman ku her zimanek mirovek e û got, "Heger ku hûn bixwazin civakekê ji ser rûyê cihanê tine bikin, divê hûn zimanê wî tine bikin. Ziman nasnameya civakê ye. Hemû çand bi riya ziman derbasî rojên pêş dibin. Ji bo civak bi çand, dîrok û kevneşopiyên xwe bijî, divê bi zimanê xwe perwerde bibe. Ji ber vê yekê qedexeya ziman qirrkirina çandî ye." Qazî got, astengiya li pêşiya Kurdî helwêstek faşist û yekperestî ye û wiha peyivî: "Divê perwerdehiya zimanê Kurdî ji dibistanên seretayî dest pê bike û heta fakulteyan û zanîngehan dewam bike.
MA / AMED