Li Parlamena Frankofon (Fransîziman) a li paytexta Belçîkayê Brukselê, li ser trajediya Êzîdiyan konferansek hate lidarxistin. Beşdarên konferansê diyar kir ku qirrkirin didome û divê berpirs li dadgeheke navneteweyî werin dadgehkirin.
Kollektîfa Belçîka ya Pêşîgirtina li Sûcên Qirrkirinê û li dijî Înkarê, Women For Justice, UGAP Europe û Navenda Civaka Yahûdî ya Laîk a David Susskind konferans organîze kir. Mekanê konferansê jî Parlamena Brukselê bû. Ji gelên qirrkirin hatî serê wan Ermen, Asûrî, Tutsî jî bi saziyên xwe di nava organîzatoran de cihê xwe girt.
'Kesî guh neda rewşa Êzîdiyan'
Di konferansê de şahidên qirrkirinê bi gotinên xwe pirr bandor kir.
Seroka Parlamenê Julie De Groote destpêkê got, ''Kesî guh neda qirrkirina Êzîdiyan. Nexasim jinên Êzîdî bûne mexdûrê pêşî yên vê qirrkirinê.''
Ji Zanîngeha Cenevreyê dîroknas Vicken Cheterian li ser dîroka Êzîdiyan û êrişên qirrkirinê yên li dijî Êzîdiyan axivî. Cheterian fermana 3'yê Tebaxa 2014'an bi bîr xist û got, ''Êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Şengalê bi mantiqeke analîtîk, eskerî, polîtîk û stratejîk nikare were vegotin (...) Êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Êzîdiyan, ji îdeolojiya DAIŞ'ê ne bêrî ye. Hate xwestin ku Êzîdî, ji ber êzîdîbûna xwe bên qirkirin."
Damezirînerê Yahad in Unum û serokê wê Patrick Debois jî got, wan 300 jinên Êzîdî ku ji hêla DAIŞ'ê ve hatine revandin, şopandine, wan çavdêrî kiriye ku jin û mêr çawa ji hev hatine veqetandin, çawa doktorên DAIŞ'î dêhna xwe dane ser jin û zarokên keçik, jin çawa hatine firotin û mêr çawa hatine kuştin.
Hovîtî bi wan dan temaşekirin
Debois wekî din got, 300 zarokên Êzîdî ku DAIŞ'ê ew asîmîle kirine, li kampên DAIŞ'ê hatine astekê ku nema dizanin bê ka kî ne. Deboîs her wiha got, hin jin bi dehan caran hatine firotin û bi têkçûna DAIŞ'ê re trajedî neqediyaye.
Desbois got, mesele ne tenê ew e ku ev bi rengê qirrkirinê were pênasekirin, vîdeoyek nîşan da ku endamên çeteya DAIŞ'ê çawa komkujî kirine, çawa ew bi zorê kirine misilman, êşkence, înfaz û hovîtiya li dijî jinan nîşan dida; û li ser vîdeoyê got, ''Qirrkirina Êzîdiyan, qirkirineke li ber çavan e. Qirkirin neqediyaye, hê jî didome."
Dil sotin
Di beşê diduyan ê konferansê de du jinên ji qirrkirinê filitî, behsa barbariya DAIŞ'ê kir. Şahidan ji ber mexdûr nebin nexwestin ku dîmenên wan werin girtin. Şahida bi navê Necla got, ew ji gundê Koço yê Şengalê hatiye revandin, û hingê ji wan re gotine,''Heke hûn nebin Misilman em ê we hemûyan bikujin. Hemû gundiyan ev qebûl nekir. Em li dibistaneke gund komî ser hev kirin, jin, zarokên keç û mêr ji hev veqetandin. Mêr kuştin. Jin û keçikên zarok jî birin. Eynî şevê 100 zarokên keçik ên Koço hatin firotin. Jin û zarokên keçik ji hev hatin veqetandin. Keçik hatin firotin. Ez jî birim Mûsilê.''
Necla qala destavêtina jin û keçan kir û got, "Ji me re digotin diyarî. Ji ber ku em ne Misilman bûn, bi çavên xenîmetê li me dinihêrin. Ez ji Mûsûlê firotim Tel Aferê. Piştre ez bi 4-7 dolaran firotim. Ji bo ku bibin Misilman zext li zarokên keç dikirin. Me ji wan re got, heke hûn tecawizî me nekin em ê xwe hînî xwendina Quranê bikin. Ez heft mehan bi DAIŞ’ê re mam. Hin zarokan zimanê xwe yê dayikê ji bîr kiribû. Hin zarokan bavê xwe nas nedikir, ji ber ku bavê wan hatibû kuştin."
Necla got, wê 50 jin dîtine ku serê wan hatiye jêkirin: “Jin dikuştin, wan jinên 60-70 salî dikuştin. Heta ku ev kesên sûcdar neyên darizandin Êzîdî bi aramî wê nikaribin vegerin warên xwe. Em dixwazin ew jin û zarokên di destê wan de werin rizgarkirin.”
‘Her tişt bi me kirin’
Şahida duyemîn xwe bi navê Marwa da naskirin ku ji gundekî nêzî Koço hatiye revandin. Ew birine Reqayê û di roja sisêyan de ew, xwişka wê û jineke Libnanê firotine kesekî ji Misrê. Marwa got, “Wî kesî digot, heke em bi gotinên wî nekin, ew ê me dîsa bifiroşe. Dema ku me bi gotinên wî nedikir, destê me girêdida û tecawizî me dikir. Piştre ez firotim kesekî 70 salî û wî jî tecawizî min dikir. Piştre ez reviyam û hatim kampekê. Jiyana li kampê jî gelekî dijwar bû. Ez nizanim çima saziyên navneteweyî tiştên pêwist nakin? Xwişkeke min li Kanadayê ye, yek li Iraqê ye û ez jî li vir im.”
Êzîdî doza dadgeheke navneteweyî dikin
Gerînendeya Komeleya Women for Justice, Leyla Ferman jî diyar kir ku li Şengalê nêzî 150 hezar Êzîdî hene. Ferman got, “6.417 kes hatine destgîrkirin û ji van kesan 3548 jê jin in. Piştre hinek hatine rizgarkirin, lê heta niha 1.427 jê jin bi giştî 3833 kes winda ne.” Ferman diyar kir ku gelek jê jin, wan ji 100’î zêdetir kesan guhdarî kiriye û got, “Ev kes edaletê dixwazin. Civaka Êzîdî dixwaze dadgeheke navneteweyî pêk were û endamên DAIŞ’ê di wê dadgehê de werin darizandin."
BRUKSEL