Li Wanê qeyûmê ku şaredariya Wanê û îradeya Waniya dagir kiriye, dest bi karê xwe kir; wî pêşî Kurdiya navê xwe ya hesabê xwe yê Twitterê jê bir.
Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez 19’ê mehê bi fermana Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk a dagirker, şaredariya Wanê dagir kiribû. Nivîsa “Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê” ya li ser hesabê Twîtterê yê şaredariyê jî ew pirr aciz kiriiye ku yek ji karên wî yên pêşî bû jêbirina vê nivîsa bi Kurdî.
Jixwe, beriya niha jî qeyûman weke karê pêşî êrişî Kurdî kiribûn û Kurdî ji meydana giştî ya civakî rakiribû.
MA/WAN