REWŞAN DENÎZ Di fizîkê de hebûna asîmetriyê bi giştî tê qebûlkirin, Zanyar bi ser ve nabin ka ev asîmetrî li ku ye û çilo ye. Lê niha di encama lêkolînên li Japonyayê de, dibe ku zanyar bi ser ve bûbin. Di nava çiyayekî de labaratuwareke dêw heye li Japonyayê; ya rastî ev tankeke avê ya dêw e. Di nava vê tanka avê de her serê çendekê rohniya lempeyekê dilerize, diçe û tê. Ev nîşana wê yekê ye ku elektronek yan jî tiştekî weke wê, weke zerreyên girantir muonan, ji avê bihurîne û li wan ketine. Ev jî bermahiyên zerreyên weke xeyalê yên bi navê noytrîno tên nasîn in. Ew li bin guhê ava di tankê de dikevin. Bi salan fizîkvanên vê tanka bi navê T2K’yê xelekên rohniyê hejmartin, yên ku zelal diyar in nîşana zerreyên giran muonan in, yên zelûl nîşana elektronan in. Bi demê re jî ew bi ser lihevnekirinekê ve bûn. Çima made û dijmade hevdu bi temamî tine nakin? Jixwe texmîna asîmetriyekê dihat kirin. Piştî Big Bangê diviyabû mîqdara made û dijmadeyê biqasî hev bûya. Ma ne ew weke neynika hev in, eksê hev in û gava li hev bikevin hevdu tine dikin. Li gorî vê dijmadeya hîdrojenê dijhîdrojen e, ya elektronê, elektrona pazîtîv barkirî, pazîtron e. Ji bo mounan dij muon û ji bo noytrîonoyan jî dijmoytrîno hene û ev wisa dewam dike. Lê heger made û dijmade evqasî weke hev bin, diviyabû piştî Big Bangê wan hev du tine bikira. Ji ber wê zanyar dihizirin ku cihêtiyeke bingêhîn di navbera wan de hebe ku destûr dabe ya li gerdûnê serwer bibe made. Zanyarên T2K’yê bi ser yekê ji asîmetriyên vê piştrast dikin vebû. Ne kuark lê lepton û baryon Yek ji wan kuark in, zerreya ku proton û noytronan çêdike. Hê ji sala 1964’an ve bi vê tê dizanîn, lê asîmetriya kuarkan pirr piçûk e û têra ravekirina hebûna madeyê û li hevnekirina daneyên li T2K’yê nake. Lê zerreyên bi navê lepton dikarin vê rave bikin. Heger di navbera lepton û dijleptonan de asîmetriyek hebe, ev ê tesîrê li hecmê baryonan jî bike. Baryon jî ew zerre ne ku pirraniya hecmê atoman pêk tînin. Asîmetriyan T2K bi ser ve nebûyî jî ya van leptonan e. Sê cureyên noytrînoyan ên em bi wan dizanin hene: electron, muon, û tau. Her yek ji wan jî xwediyê dijnoytrînoya xwe ye. Bi ser de jî ew ji cureyeke dikarin kiras biguherin û bibin cureyê din. Dijnoytrîno jî bi heman rengî tevdigerin. Kirasguhertina muonan Axir ev meseleya kirasguhertinê hema di cih de nabe, dem jê re divê. Ji bo vê jî ji stasyoneke din a binê erdê ji 295 kîlometroyan dûrî T2K’yê zerreyan diavêje wê. Ev jî derfetê dide noytrînoyên muon ku heta di bin erdê re bigihin T2K’yê karibin kiras biguherin. Piştî bi salan zanyarên li ser vê projeyê dişixulin, karîn bi sedan kirasguhertinên noytrînoyên muon û yên dijmuon tesbît kirin. Encama wan xwe gihandiyê, wan doh di kovara Nature de weşand. Li gorî vê bi ewlebûneke ji sedî 95, qismekî asîmetriya di fizîkê de ya di navbera made û dijmade de di asta gerdûne de ji noytrînoyan tê. Yanî deriyek vebû ji bo ravekirina asîmetriya ji destpêka zemên ve.