Li Navenda Çanda Kizilirmak a li Saalbau Gallus a Frankfûrtê aktîvîteyeke bi navê “Bîranîna Qoçgirî û Pêvajoya Dîrokî” pêk hat. Gultekîn Ûçar beşdarî aktîvîteyê bû û pirtûka xwe ya bi navê “Qoçgirî - eşîr, nasname, siyaset” da nasandin û li ser pêvajoya komkujiyên li Qoçgirî axivî. Dîsa cara ewil e, Lale Koçgun, Cemîl Qoçgirî û Cîhan Çelîk bi hev re stran.
Moderatoriya aktîvîteyê Dursun Demir kir.
Gultekîn Ûçar weha got: “Em dused sal in ku li xwe digerin. Eger em dema Yawiz jî bihesibînin em pêncsed sal in ku li xwe digerin.
Li ser navê Qoçgirî jî Ûçar got; “Navê Qoçgiriyê ji sala 1430an ve tê bikaranîn.”
Di aktîvîteyê de sê hunermendên Qoçgiriyê, Lale Koçgun, Cemîl Qoçgirî û Cîhan Çelîk stran bi zimanê Kurdî, Ermenî û Tirkî gotin.
Herweha ji beşdaran hat xwestin ku tevlî çalakiya li Berlînê bibin û berdana mehkûmê komkujiya Sêwazê protesto bikin.
Y.ÖZGÜR POLİTİKA/FRANKFURT