Li Filistînê,  Erîxaya kevin ango li Til es-Sultanê sala 1953´yan qoqê seriyekê mirovan hatibû dîtin di dema kolanên arkeolojîk de 9 hezar û 500 salî bû. Ev dever mekanekî şên ên mirovan e ji 12 hezar salan û vir ve û helbet mirov meraq dikin ka rûyê mirovên hingê çawa bû.

Ev qoqê seriyan ji gelekan yek bû û British Museum a li Londonê jî. Li ser vî qoqê serî hin beşên bermahiyên parçeyên çermê serî û organên mîna çav mane, û niha êdî bêyî ku zerar li vî qoqê serî were kirin, bi xêra mekîneyên X-rayê mirov dikare li nava qoqê serî û çerm û bermehiyên lli ser binihêre.

Bi her halî, piştî wênegirtina bi X-rayê, qat û parçeyên li ser rû, stûriya wan ji hev hat derxistin û bi awayê 3D hat çapkirin.

Piştî vê rû bi masûlkeyên xwe hemûyan ji nû ve hat çêkirin. Di dawiya vî karî de portreyeke zilamekî navsere derket holê ku dişibe me: Çavên wî pişûk in, lêvên wî têr goşt û dagirtî ne, rûyê wî kunkunî ye. Herçî diranên wî ne, ne di halekî baş de ne û em dikarin bibêjin ku ji ber êşa diranan vî mirovî gelek êş kişandiye. Bi ser de jî em dizanin ku di saxiya xwe de bêvila wî hatiye şikandin. 


NAVENDA NÛÇEYAN