Piştî li DYA’yê rêveberiya Trump hate ser kar Tirkiye kete nava hewldanên îknakirina DYA’yê ya ji hebûna xwe ya li Sûriyeyê mayinde bike û destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Tirkiye hewl dide statuya xwe ya ‘hevkara stratejik’ jî bi kar tîne û dixwaze zextê li DYA’yhe bike, ji aliyê din ve jî di nava xabatê de ye ku Rûsyaya li ser Îran û Sûriyeyê xwedî bandore jî li gor berjewendiyê xwe îkna bike. Ji bo van tevan jî giranî da operasyona Babê ya ev sê mehin encam jê ne dihate girtin. Ev kûrbûna li ser Babê beriya axaftina Serokomarê Tirk Erdogan a bi telefonê ya bi Trum re dest pê kir û piştre jî berdefam kir. Yekser piştî vê yekê jî Serokê CIA Mike Pompeo çû Enqerê. Serdanên ku berê veşartî pêk dihatin vê carê bi pêşwazî kirina heyetek payebilind pêşwazîkirinê ji raya giştî re hate ragihandin. Serokomar û Serokwezîrê Tirk bi Pompeo re hevdîtin pêk anîn. Doh jî Serfermandarê Giştî yê Artêşa DYA’yê  Joseph Dunford çû Enqerê. 

Bendewariyên dewleta Tirk ji van hevdîtinên dîplomatîk zelal e: Li Sûriyeyê li deve hiştina Kurdan a ji pêşvçûnan û di ser hêzên girêdayî xwe re hewldana belavkirina bandora xwe li sûriyeyê. Di guftûgoyên piştî Babê yên derbarê Reqayê de jî dewleta Tirk li ser heman esasî dimeşîne. Lê belê di gotinên Wezîrê Parastinê yê Tirk Fikrî Işık de jî diyar dibe ku pêşketinên heyî ne li gor daxwaza wan in. Lewra di daxwuyaniya xwe de Işik dibêje, “Encama me hêvî dikir me bidest nexist.“

Tirk hewl didi xwe bidin bikar anîn

Di dema ku ev hevdîtin û trafîka zêde li dar bû Kurdan li Moskovayê konferaseke girîng lidar xistin û yekser li pey vê konferansê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyand ku beyî beşdariya Kurdan ji hevdîtinê Cenevreyê encam nayê bidest xistin. Li ser vê yekê jî rayedarên Tirk îdîayên mîna, “di serî re Rûsya hêzên navnetewî Kurdan bikar tînin“ avêtin holê. Lê belê berovajî vê gotinê jî rêveberên dewleta Tirk bi gotinên, “Divê DYA û Rûsya xwe muxtacî Kurdan nekin, em ji bo her cure hevkariyê amade ne“ û mikûr tên ku Kurd van hêzan bikar tînin. 

Hemû hesabê Tirkiyeyê li dij Kurda ne

Serokê Desteya Rêveber a Navenda Polîtîka ya Enqerê Hasan Kanbolat ku ji Sputnîkê re axifî destnîşan kir ku di trafîka dîplomasiyê ya dawî de “mijarên stratejîk“ tên guftûgo kirin û ji aliyê Tirkiyeyê ve “planeke Tik“ ji DYA’ê re hatiye pêşkêş kirin. Ne diyar e ka ji bilî plana “li derve hiştina Kurdan“ ka tiştekî din heye. Birıovajî hin analîstên din Kanbolat di wê nerînê de ye ku Rûsya û DYA di mijara Sûriyeyê de di nava hevkariyê de ne û dibêje, “Rûsya ji hevkariya Îsraîl û DYA’yê derneketiye. Ev hem di têkoşîna li dij DAIŞ’ê de, hem jî di desteka li bakûrê Sûriyeyê ya ji bo PYD’ê de tê dîtin. Piştî ku PYD’ê di sala 2016’an li Moskovayê ofîs vekir, hêna doh li Moskovayê konferansa Kurd li dar ket. Em nikarin bêjin Rûsya ji eksena Îsraîl û DYA’yê derketiye. 

Gelo Tirkiye dikare DYA’yê îkna bike?

Gelo wê di encama vê trafîka dîplomasiyê de daxwaza dewleta Tirk bicîh were û hêzên navnetewî Kurdan li derveyî pêvajoyê bihêlin? Di lêgerîna bersiva vê pirsê de nirxandinên Cigirê Serokê Giştî yê HDP’ê û berpirsê têkiliyên derve Hişyar Ozsoy girîng in. Ozsoy destnîşan dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk- QSD li qadê diyarker in û nabe ku ji dewreyê werin derxistin. Ji bo vê nerînê jî sedemên maqûl ên Ozsoy hene: “Ya yekemîn heta niha tekane hêza ku bi bandor li dij DAIŞ’ê şer dike û ew paşve xistiye QSD ye. OSO ya ku mîna alternatîfa QSD’ê tînin maseya bazariyê ne serkeftineke wê bi vî rengî heye ne jî kapasîteya wê. Her wiha ji aliyê ferasetê ve tu cudabûn di navebar wê û DAIŞ’ê de tune ye. 

Ya herî girîng jî ewe ku li qadên di bin kontrola QSD’ê de aramî û kapasîteya çareseriya pirsgirêkan heye. Ji ber wê yekê jî operasyona Reqayê jî di nav de hemû hêz  dibînin ku gaveke beyî cihgirtina QSD’ê û Kurdan ne mimkûn e encamê bigire.“

Ozsoy ku di vê mijarê de balê dişikîne ser gotinên Lavrov û çavdêriyên xwe yên li DYA’yê jî mîna; Tirkiye çiqas zexê bike jî di operasyona Reqayê de DYA dawî li hevkariya QSD’ê nayîne. Ozsoy di wê baweriyê de ye ku di hevdîtinên Astana û Cenevre ku wê bibin yek de wê Kurd bibin xwedî bandor. Tevî fikrên erênî jî Ozsoy destnîşan dike ku rêveberê DYA’yê jî hêna ji polîtîkayên Trump ne heydar in û di nava 3-4 mehan de wê her tişt zelal bibe. 

Gelo Rûsya û DYA li hev kirine?

Li gor agahiyên ji çavkaniyên cuda hatin bidest xistin di mijara ‘Herêma Ewle‘ ya Tirkiye bi israr anî rojê de DYA û Rûsyayê li hev kirine. Lê belê li gor vê peymanê li başûrê Sûriyeyê yanî li sînorê Urdunê ji bo avakirina herême ewle wê gav bên avêtin. Çavkanî radigihînin ku plana ku beşdarkirina nava herêma ewle ya bakûrê Sûriyeyê ku Rojava jî tê de cih digire hêna ji aliyê Rûsyayê ve ne hatiye qebûl kirin û di rewşa pejirandina vê yekê de wê herêma Kurdan jî bikeve nava heman statuyê. Ji xwe tirsa herî mezin a dewleta Tirk jî ev e.


Fermandarê Îngîlîz Jones: Emê bi QSD’ê re bixebitin 

Di pêvajoya ku li Tirkiye niqaşên cuda der barê Reqqa de tê kirin, Fermandarê Îngîlîz ê Hêzên Koalisyona Tumgeneral Rupert Jones, diyar kir ku hêza ku bê ewle û operasyonê pêk bîne tenê QSD ye. 
Operasyona Xezeba Firatê ku ji Quveta Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêk tê didome. Di siyaseta Tirkiye de têkildarî operasyona li dijî Reqqa niqaşên cuda tên kirin. Di vê pêvajoyê de Fermandarê Îngîlîz ê Hêzên Koalisyona Tumgeneral Rupert Jones, diyar kir ku hêza ku bê ewle û operasyonê pêk bîne tenê QSD ye. Fermandarê Îngîlîz Rupert Jones anî ziman ku ew dê bi QSD’ê re bixebitin. 

Em bi QSD’ê bawer in

Li gorî nûçeya Middle East Eye Jones, diyar kir ku SDG xwedî hêz û baweriya ku Rakka azad bike û wiha got: “Em teqez ji QSD’ê bawer dikin. Di operasyona ku em li Reqqayê pêk bînin em dê bi QSD’ê re bixebitin. Me dît ku QSD‘ê lie Menbiçê şerekî pir dijwar meşand. Me hêz û rola wan dît. Bajar dîsa ji destê DAÎŞ‘ê rizgar kirin. Me bi Rêveberiya Donald Trump re jî hevdîtin kir. Ne nerînên xwe hem bi rêveberiya DYA ya nû û hem jî bi CIA re parve kir. 



Bab ne qediyaye!

Tevî daxuyaniya Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk rêveberên AKP’ê jî îdîayên mîna ‘operasyona Babê qediya’ belav kirin. Lê belê agahiyên ji herêmê tên van daxuyaniyan derewîn derdixin. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku operasyon ne qediyaye û daxuyaniyên bi vî rengî ji bo avakirina bingehê paşvekişînê ne. Hat ragihandin ku tevî Artêşa Tirk û çeteyên wê wendahiyê mezin didin jî mîna ku operasyon serkeftî bi encam bûye û paqijî tê kirin dixwazin nîşan bidin ji ber ku vekişîn wê rê li ber nerazîbûna raya giştî ya Tirkiyeyê veke. 

Çavkaniyên herêmî radigihîni ku hêzên Tirk û çeteyên girêdayî wan hêna li bakûr-rojavayê Babê ne û nikarin bipêş bikevin. Hat hînbûn kû hêna Girê Şêx Akil û nexweşxaneya bajêr jî derbas nekirine. Hat hînbûn ku du caran bajarokê Bîzaa ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye standin û bajarokê Qabasîn jî ne di bin kontrola hêzên Tirk û çeteyên wan de ne. 

Bab di bin kontrola DAIŞ’ê de 

Çavkaniyên herêmî ev agahî parve kirin: “Bab ne qediya, bajar di kontrola DAIŞ’ê de ye. Tenê vekişîna hêzên dewleta Tirk heye. Hêzên rejîmê ketin dewsa wan. Daxuyaniyên mîna ku Bab ji DAIŞ’ê hatiye paqij kirin ne rast in. Beriya Cenevreyê rejîm û Tirkiye dixwazin xwe mîna rizgarvanê Babê nîşan bidin. 


Li Şam û rihayê civîn

Li gor hin îdîyan dewleta Tirk a li Babê encama dixwest bidest nexist di civînên li Şam û Rihayê de bi rejîma Sûriyeyê re li hev kir. Li gor li hevkirina mijara gotinê wê Tirkiye ji Babê vekişe û rejîm lê bicîh bibe û ji bo bakûrê Sûriyeyê jî wê tabûrên hevbeş bên amade kirin. 

Li gor agahiyên hatin bidest xistin heyeta MIT’ê di 28’ê Çile de li Adliyeya Şamê bi rayedarên BAAS’ê re hate cem hev. Komcivîna li Şamê ji aliyê fermardarê hêzên BAAS Husam ve jî hate piştrast kirin û hat hînbûn ku mijar jî Bab û bakûrê Sûriyeyê bû. Husan ragihand ku civînê 5 saetan dom kiriye MIT’ê ji rayedarên BAAS’ê re ragihandine ku ew amadekariya êrîşkirina ser Kantona Cizîrê û Minbicê dikin.

Husam ragihand ku hêzên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê wê ji Babê vekişin û li Şehba bicîh bibin. Her wiha ji bo derxistina tevlîheviyê jî li Minbic û Kantona Cizîrê komeke nû wê were rêxistin kirin. 

Civînek jî li Rihayê 

Li gor agahiyan piştî civîna Şamê li Rihayê rayedarên artêşa Tirk, MIT û hikûmeta AKP’ê bi komeke mezin re civînek lidar xistine. Komên beşdar bûne wê li yên Idlip û Bakûrê Sûriyeyê werin zêde kirin û hêzeke nû ya ji 5 tabûran pêk tê were amade kirin. Ev tabûr jî wê ji hêzên Ecnad El Hesekê, Lîwa El Firateyn, Ehrar El Kurd, Lîwa El Ixras û Lîwa Ehrar El Şedadê pêk werin.  Ev kom wê di bin navên Tecimea Ebne El Hesekê (Koma Niştecih ên Hesekê) de werin kom kirin. Tê pilankirin ku ev kom jî ji 750-100 kesî be. 

Hat hînbûn ku Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Hulusî Akar li Qatarê gotinên, “Çavê me ronî, operasyona Babê qediya“ di encama vê lihevkirinê de hatine bilêv kirin. 

Dunford li Încirlikê ye

Serfermandarê Giştî yê DYA’ê Joseph Dunford ji bo hevdîtina bi Serfermandarê Artêşa Tirk Hulusî Akar re hevdîtinê pêk bîne doh çû bargeha Încirlik a Edeneyê. Hat hînbûn ku di hevdîtinê de rewşa Babê, operasyona Reqayê û Heremê Ewle hatine rojevê. 


 

 NAVENDA NÛÇEYAN