Pêngava Rizgarkirina paytexta terora cîhanî ya çeteyên DAIŞ’ê bi navê Cenga Mezin di 6’ê Hezîranê de bi beşdarbûna gelek hêzên di bin banê QSD’ê de dest pê kir.
Em hinekî li paş vegerin, her çiqas şerê Reqayê di 6`ê mehê de dest pê kiribe jî, lê şerê li ser beşdarbûna şerê Reqayê ev zêdetirî salekê ye di rojeva cîhanê de dikele. Di serî de Tirkiye, Rêjîma Sûriyê û Rûsyayê xwest, ew berê xwe bidin Reqayê. Bêguman Tirkiye dixwaze li pêşiya statuya Kurdî bibe asteng ku êdî her kes bi vê dizane, lê derdekî wê yê din jî heye. Ma ne divê hevkara xwe DAIŞ`ê xelas bike! Ji ber di rêya wê re di van her sê salên borî de hemû petrola Sûriyê têra xwe bir û anî.
Rûsya û rêjîma Sûriyê derdên wan ew e ku Emerîka ne li vê hêrêmê be, bloka wê ya Sunî lewaz bike û li bejahiya Reqa`yê û çolistana palmêra û prêzgeha Humsê xeta xwe ya bejahî ya `gaza xwezayî` ji Tehranê heta Bexda, Şam û Deryaya Spî pêk bîne.
Em dîsa vegerin roja me ya îro, ev hemû planên ku hîna didomin li pêşiya QSD’ê nebûn asteng û ew bi 16 hêzan di nava Reqayê de şer dike. Jê bêhtir taybetmendiya vê cengê ew e ku bi dehan hêzên ji tevahiya xaka Sûriyê niha di REQA`yê de ne nemaze Mexawîr Hums ku ji Parêzgeha Humsê hatine.
Di çarçoveya giştî de jî ku mirov bixwîne êdî girêka Sûriyê ber bi zelalbûna aliyan ve diçe û qonaxa şerê wekaletê derbas dibe. Di aliyê leşkerî û di aliyê siyasî de jî. Emerîka li cem QSD`ê û hêzên di bin sîwana wê de ye, Rûsya li cem rêjîma Sûriyê, Îran û Hizbullah e.
Lê gelo QSD`ê li cem kê ye, pozisyona wê çi ye? pirsa girîng ev e û bersiv jî bi vî rengî ye. Heger QSD`ê hemû astengî derbas kirin û hate Reqayê û dikaribû hêzên Sûriyê ji xaka Sûriyê bîne Reqayê wê demê ez ê bersivê bi pêşbîniyeke ku pêşveçûnên di qadên şer de tekez dikin bînim zimên, pêşbînî wiha ye:
QSD`ê, hêza ku di 15ʹê Cotmeha 2015ʹan de hat avakirin îro li ser erdê bi şerê xwe dibe dendika artêşa federal a niştimanî ya tevahiya Sûriyê. Bişopînin em ê di demên pêş de dîsa li ser vê mijarê binivîsin.
Di dema nivîsandina vê nivîsê de şer li her du eniyên rojava û rojhilatê Reqa`yê bi dijwarî didome şervan ber bi navenda bajêr ve nêzî hev dibin.