Piştî ku doh Cîgirê Fermandarê Kombûna Efserên Azad, Mîralay Husam El-Ewak tevî gelek efseran bi civîneke çapemeniyê ragihand ku ew ji bermahiyên Artêşa Sûriyê ya Azad ku ji aliyê istîxbarata Tirkiyê (MÎT) ve tên birêvebirin veqetiyane û tevlî nav refên QSD’ê dibin, Endamê Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Qehreman Hesen sedemên ku dihêlin ev kesayet xwe li hêzên wan bigirin vegotin.

Fermandar Qehreman Hesen diyar kir ku hêzên wan ji dema îlankirina xwe ya di 10’ê Cotmeha 2015’an de, ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji hovîtiya DAIŞ’ê û azadkirina xaka Sûriyê, gelek operesyonên leşkerî li dar xistin û serketinên mezin bi xwe re anîn. Hesen destnîşan kir ku gelê van herêman nexasim jî Ereb, kom û hêzên leşkerî yên welatparêz yên Sûriyê, operesyonên wan bi kêfxweşî pêşwazî kir û got: “Ji ber vê jî hêzên me di aliyê navneteweyî de hat qebûlkirin û dengek mezin veda”.

Fermandar Hesen bal kişand ser wê yekê ku ji ber vê yekê hêzên ku heta niha cewhera xwe ya welatparêz, demokratîk û neteweyî parastine, berê xwe didin nav refên QSD’ê û dixwazin tevlî bibin. Hesen wiha dewam kir: “Îro jî Cîgirê Fermandarê Kombûna Efserên Azad Mîralayî Husam El-Ewak tevî gelek efseran hatin û tevlî nav refên me bûn. Ev tevlîbûn xwedî wateyeke mezin e ji bo me. Dîsa jî tevlîbûna Mîralay Husam El-Ewak ku berê Cîgirê Fermandarê Kombûna Efserên Azad bû, ji bo hêzên me û gelê Sûriyê xwedî wateyeke siyasî û leşkerî ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Endamê Fermandariya QSD’ê Qehreman Hesen da zanîn ku deriyê wan li tevlêbûna hemû hêzên şoreşger ên Sûriyê vekirî ye û bang li hemû hêzên welatparêz ên Sûriyê kir ku berê xwe bidin nav refên wan da ku Sûriyeya Demokratîk a siberojê bi hev re ava bikin. 


 ANHA / HESEKÊ