
Di operasyona yekemîn a Hêzên Suriya Demokratîk (QSD ku li başûrê Hesekê hatiye destpêkirin de, heta niha 12 gund û gundikek ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin. Lê yek ji noqteyên girîng jî nêzîkahiya şervanan a li hemberî gelê sivîl û pêşwazîkirina wan a ji aliyê sivîlan ve ye.
Operasyona ku Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) bi armanca rizgarkirina gundewarên başûrê bajarê Hesekê di 30’ê Cotmeha 2015’an de dabû destpêkirin didome. Heta vê kêliyê operesyon ji sînorê Suriye û Başûrê Kurdistanê heta bajarê Hesekê li qadeke bi dirêjahiya zêdeyî 50 km berfireh bûye. Tevahî hêzên di nava QSD`ê de cihê xwe digirin, tevlî vê operasyonê bûne. Li hinek eniyan bi hevre li dijî çeteyan şer dikin, li hinek cihan jî her komek eniyekê digire. Em jî wekî rojnamevanan hem şer û pevçûnan, hem jî nêzîkahiya gelê sivîl ji nêz ve dişopînin.
Qadek 15 km berfireh hate paqijkirin
Di 3 rojên destpêkê yên operasyonê de qadeke 15 km berfireh ku 12 gundan dihewîne ji çeteyan hate paqijkirin.
Çalakiya yekemîn a operasyonê li gundê Entakiya yê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Li vir di 31`ê Cotmehê de hêzên QSD’ê heta 7 km. pêş ve çûn di encamê de mezreya Şucae El-Faris rizgar kirin.
Di 1’ê Mijdarê seat di 03.00’an de ji aliyê bajarokê Til Berak ve baskekî din ê operasyonê ket nava tevgerê û di encamê de gundê Xirbetlêya Mezin ku 10 km dikeve başûr rojavayê Til Berak, seat derdora 10.00’an de gundê Xirbetlêya Biçûk û seat derdora 15.00’an de jî gundê Reyis hat rizgarkirin. Di encama van çalakiyan de qadeke 15 km berfireh ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.
Di 2’yê Mijdarê de jî li aliyê bajarê Hesekê baskekî din ê QSD’ê ket nava tevgerê û di encamê de heya seatên nîvro 9 gund hatin rizgarkirin.
Hêviya gundiyan
Di dema operasyonê de li gundê Xirbetlêya Mezin sivîl li gund hebûn. Lê şervanên QSD’ê piştî li nava gund bi cîh bûne, welatiyên sivîl ji gund biribûn cihên bi ewle yên li paş qada şer. Ji ber ku çeteyan gund bi topên hawanê topbaran dikirin.
Xuya bû ku welatî jî bi hatina hêzên QSD’ê kêfxweş bûne. Li ber deriyê maleke ku jin û zarok jî di nav de hebûn, dayik bi şervanên QSD’ê re diaxivî. Şervanekî ji wan re xwarin anîbû. Dayik li ser rewşa ku Suriye tê de derbas dibe digiriya û bi gotinên wekî, “Ez dixwazim xwedê Suriyeyê biparêze û vî agirî vemirîne. Gunehê vî bajarî û welatiyên wî çi bûn. Ji me re çare divê” hêviya xwe anî ziman.
Nêrînên ciwanekî
Kurê dayikê yê bi navê Ebdullrezaq ku berê agahiyên wî li ser hêzên QSD`ê hebûn jî ji me re ev tişt anîn ziman: “Şerê li Suriyeyê şerê hilweşandiyê ye. Lê armanca QSD’ê rizgarkirina tevahiya xaka Suriyê ye. Ew jî armanc û xwesteka me hemuyan e. Bila welatê me ji dijmin û hemû biyaniyên derve rizgar bibe.”
‘Tirsa welatiyan normal e‘
Endamê Cebhet El Ekrad Hemze Til Eran jî têkildarî parastina gundiyan wiha got: “Me gund girt, lê çeteyan dest bi topbaranê kirin. Lewre ji bo parastina sivîlan me ew birin cihekî bi ewle.” Şervanê Ereb ê bi navê Mihemed ku di tabûra Şehîd Umer de cîh digire jî got: “Destpêkê welatî tirsiyan. Ew normal e, ji ber ku rewşeke şer e. Lê piştre rihet bûn.”
Şervanên YPJ’ê moral dide jinan
Li gundê Xirbetlêya Biçûk jî sivîl hebûn û şervanên YPJ’ê ji bo ku tirsa wan bişikînin dikevin nava tevgerê. Şervanan bi jinan re di nava danûsandinê de ye da ku xwe bi wan bidin nasîn.
Jina Ereb a bi navê Newroz Hemûd hesta xwe ya dema operasyonê wiha tîne ziman: “Ez dayîka 8 zarokan im, min digot ez ê êdî zarokên xwe ji ber rewşa şer û wêraniya li herêmê ji vir derxînim, lê dema ku hêzên QSD’ê hatin, dilê min rihet bû. Mîna gundên bi aram ên li bakurê Suriyê em ê jî rihet û saxlem bin. Lewre ez mam û derneketim.” Noqeteyeke din a ku welatî rihet kiribûn jî pêşketina QSD’ê û nêzîkahiya şervanan bû. Kesên bi wan re diaxivîn bi zimanê wan diaxivîn û ji wan û edatên wan ên civakî ne xerîb in. Şervanên ku gundê wan rizgar kiribûn, bi wan re bi Erebî diaxivîn.
Ciwanekî gund got: “Danûstandina wan gelekî baş bû, tu zirar negihandin me. Ew bi zimanê me yê Erebî diaxivîn, ji me re ne xerîb in.”
Dema em hîna li gundê Xirbetlêya Biçûk bûn, şervanên QSD’ê gundê Reyis jî rizgar kirin.
Dumana reş serwer dibe
Di vê navberê de li başûrê xeta rizgarkirî bi çend kîlometreyan dumana reş li asîmanan belav dibû. Li gorî agahiyên ku me bidest xistin, çeteyên DAIŞ‘ê lastîkên tirimpêlan û hin boriyên petrolê dişewitandin da ku dumana reş derkeve û balafirên koalîsyonê cihên wan tesbît nekin.
Heya vê kêliyê 12 gund û mezreyek ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin. Li mezreyê çete demekê li hemberî pêşketina QSD’ê sekinîn, lê belê bi bin ketin paşve reviyan. Operesyona QSD’ê ya rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê dewam dike û em jî şopandina wê didomînin.