
Karamox da xuyakirin, ku Bûrkan El Firat yek ji 20 hêzên cuda yên pêkhateyên QSD’ê ye û pêngava Şedadê ji ANF’ê re nirxand.
Karamox bal kişand ser girîngiya stratejîk a aborî, leşkerî û erdnîgarî ji bo çeteyên DAIŞ‘ê û hêzên kirêt ên li paş van çeteyan û got, “Çeteyên DAIŞ’ê ji bo Şedadê winda neke gelekî li ber xwe da. Hemû hêza xwe xist nava tevgerê û ji Reqqa û Dêrazor hêza xwe anî. Hewl da bi dehan maşînên bombebarkirî û komandoyên xwekujiyê bixe nava tevgerê. Lê belê nikarîbû xwe li ber sekna bi biryar û bawerî ya QSD’ê bigire.
Hêzên me Şedadê û herêma derdora wê xistine bin kontrola xwe. Me Şedadê rizgar kir û ji bo gel demek ji ya din zûtir li malên xwe vegere, me dest bi paqijkirina bajêr ji mayînan kir. Û me bajar paqij kir, gel jî vegeriya bajêr. Gel jiyana xwe ji nû ve bi awayekî azad didomîne. Mirov dikarin bêjin êdî jiyana li Şedadê asayî bûye. Êdî dor hatiye pêçandina birînên ji aliyê çeteyan ve hatine vekirin.”
Karamox diyar kir, pêngava wan niha li başûrê çiyayê Kizwan û başûrê Silûkê dane destpêkirin, dewama pêngava Şedadê ye û destnîşan kir, ku bi vê pêngavê re ew ê tola hevrêyên xwe û mirovên sivîl ên di êrîşa li Girê Spî de jiyana xwe ji dest dan, hilînin. Karamox got, “Heta ku çeteyekî bi tenê nemîne, operasyon û pêngavên me wê dewam bikin.”
‘Ji bo Sûriyeya Demokratîk û Federal‘
Fermandarê QSD’ê Şiyar Karamox ragihand, QSD’ê ji bo jiyaneke wekhev a navbera gelan zemîneke derfetan afirandiye û ev nirxandin kir: “Em di wê baweriyê de ne ku pêngavên QSD’ê ji bo Sûriyeyeke demokratîk û konfederal bingehekê amade dikin û derfetên jiyana hevpar diafirînin. Gelê Şedadê demeke dirêj ji me dixwest ku em herêmê ji çeteyan paqij bikin. Dem hat, ev derfet afirîn û niha gel li Şedadê bi awayekî azad dijî. Ev rêbaza çareseriyê çima ne ji bo tevahiya Sûriyeyê be? Eger li çareseriyekê tê gerîn, divê ev çareserî li ser nirxên hevpar ên gelan be. QSD yekîtî û hevgirtina hemû gel, bawerî û çandên li Sûriyeyê ye.”
‘Gelên sûriyeyê hêviyan ji QSD’ê dikin’
Karamox bal kişand ser aramiya gelê li herêmên QSD’ê û got, “Li cihên di bin dagirkeriya çeteyan de ne, gel ji me dixwaze em biçin û wan ji zilma DAIŞ‘ê rizgar bikin. Gelên Sûriyeyê dixwazin azad bibin. Yekane rêya rizgariyê QSD ye. Li bendê ne ku QSD wa rizgar bikin. Çi rejîmê, çi jî komên çete yê paramîlîter zexteke giran li gel kirin û pêşî li azadiya gel girtin.”
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ/ANF/ŞEDADÊ
31 çete hatin kuştin
Di çarçoveya operasyona QSD’ê ya ku beriya du rojan (2 Adar) li rojavayê Çiyayê Kizwanan li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin de 31 çete hatin kuştin.Operasyona “Tolhildana Cûdî û Êlîn” ku şervanên QSD’ê piştî êrîşa çeteyan a li ser Girê Spî û Silûk, 2’yê Adarê li rojavayê Çiyayê Kizwanan dabû destpêkirin, didome. Di çarçoveya operasyona ku ji herêma Şeddadê heta başûrê Girê Spî li qadeke berfireh tê meşandin û avakirina xeteke ewlekariyê hedef digire de, derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatin xistin.Ji herêma operasyonê hat ragihandin ku şevê din 56 km li rojavayê Çiyayê Kizwanan pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama pevçûnên ku heta saetên serê sibehê dewam kirin de, 31 çete hatin kuştin û cenazeyên wan ketin destên şervanên QSD’ê.Operasyona şervanên QSD’ê ya li herêmê berdewam dike.
ANF/GIRÊ SPÎ