Pêr piştî ku QSD´ê daxuyaniya destpêkirina Cenga Mezin da, hêzên wê ji du bereyan ve ketin navenda bajarê Reqayê. Çeteyên DAIŞ´ê li rojhilat û rojavayê bajêr li du taxan şikestin û ev tax ji çeteyan hatin paqijkirin.

Li taxa El-Meşleb a rojhilat û El-Cezra ya rojavayê bajarê Reqayê şerê giran rû didin. Şervan tevî şerê dijwar gav bi gav pêş ve diçin. Ji pêr êvarî ve 75 çete hatin kuştin.

Cenga Mezin a ji bo rizgarkirina bajarê Reqaayê di roja sêyemîn de ye.

Şervanên QSD’ê piştî ku pêr saet di 16.00’an de ketin taxa El- Meşleb a li rojhilatê Reqayê, ji pêr bi şev ve bi çeteyên DAIŞ’ê re ketine nava şerekî dijwar. Şervan sivilên li taxê ji bo zirar nebînin vediguhezînin qadên bi ewle û şerê xwe didomînin.

Doh di saet 10:00’an de, li 3 noqteyên taxê şerekî giran rûda. Lê di derbarê encamên şer de agahiyên zelal nehatin girtin.

Û ji Rojava ve jî şervanan xwe gihand bajêr

Li rojavayê Reqayê jî,  şervanan piştî ku pêr êvarî Keleha Herqel ji çeteyan paqij kirin, doh ji bo xwe bigihînin mal û taxên destpêka bajar ketin nava tevgerê.

Hat zanîn ku di van kêliyan de li taxa bi navê ‘El-Cezra’ de,  di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şer derketiye û her diçe dijwariya şer zêde dibe.

Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê gelek caran bi motosikletên bombebarkirî hewil didin êrîşî nuqteyên şervanan bikin û ji pêr êvarî heta niha di şerê li rojhilat û rojavayê Reqayê de,  zêdetirî 75 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin. 

Li aliyê din ji bakur ve jî şervan bi pêş dikevin û êdî nêzî bajêr bûne. 


 REQA