Hemleya QSD´ê ya rizgarkirina wilayeta Dêra Zorê dewam dike. Di dema ku QSD´ê ji 70% zêdetir ji "paytexta DAIŞ"ê, bajarê Reqa rizgarkirî de, biryara hemleya rizgarkirina Dêra Zorê hat dayin. Bi navê ciwanên vê heremê, Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê ji bo êrîşa li dijî DAIŞ´ê xwe da pêş. Ev meclîs ji bi hezaran ciwanên vê heremê pêk tê. Ev kes hemû zarokên eşîreyên Ereb in, ewên ku DAIŞ´ê ev serê çend salan e, komkujiyên mezin li dijî wan pêk anîne. Di vê dema dawî de bi sedan ji ciwanên Ereb ji nava hêzên "Mertala Firatê" û "El-Nuxba" veqetiyan û tevî nava refên QSD´ê bûn. Li gorî van ciwanan, ew paşeroja xwe û miletê xwe bi QSD´ê re dibînin û hêzên din yên girêdayî dewleta Tirk û aliyên heremî mîna "dagirkerî" û "neyartiya Sûriyê" dibînin.
Niha hêzên QSD´ê gihîştin hin heremên stratejîk li Dêra Zorê. Li aliyê din artêşa rejîma Esed, li gel komên çekdar ên Îran û Hizbulaha Lubnanê hewl didin bajêr bigirin dest xwe. Ew ji bo vê yekê alîkariyeke eskerî ya mezin, di nav de hêzên hewayî, ji Rûsyayê werdigirin. Armanca artêşa rejîmê ew e ku navenda bajêr û hemû aliyê rojavayî çemê Firatê ji nav lepên DAIŞ´ê xelas bike û bigire dest xwe. Jixwe, ev serê çend salan e ku DAIŞ balefirgeha bajêr û bargeheke mezin a artêşa rejîmê dorpêç kiriye û tevahiya derdora heremê heta bi sînorên Iraqê û bejahiya Hums û Hemayê girtiye dest xwe.
Armanca QSD´ê ya stratejîk ew e ku aliyê rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ´ê paqij bike û welatiyên van hereman ji bin zilm û zordariya çeteyan xelas bike. Ji bo vê armancê, QSD destekê ji Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî Terorê werdigire. Eger ev herêm, li gorî plana QSD´ê, bêtin rizgarkirin, gelên li wir wê bi îradeya xwe ya azad biryara tevlîbûna nava Federaliya Bakurê Sûriyê bidin.
Jixwe, gelên van herêman bi çavekî mezin li tecrûbeya Rojava temaşe dikin. Ew jî dixwaze heremên xwe bi xwe îdare bikin û karibin hêza xwe ya parastinê ava bikin. Jixwe jin jî hewl didin bi rola xwe rabin û ji bo xwe jinên rojavayî mînak dibînin. Li ser vê bingehê, beriya çend rojan civîna rûspî, serokeşîr û kesayetiyên herema rojhilatê Dêra Zorê pêk hat.
Di vê civînê de biryara damezrandina Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê hat dayin. Ev Meclîs dê mîna meclîsên hemû heremên ji DAIŞ´ê rizgarkirî, herema rojhilatê Dêra Zorê bi rê ve bibe. Ew ê bi kar û barên jiyana rojane ya welatiyan rabe. Ji bo xwe mînaka Rojava ya birêvebirin û parastinê wê bingeh bigire. Ev gav ji aliyê MSD´ê ve erênî hat dîtin û soza dayina hemû şêweyên alîkariyê ji bo gelê herema Dêra Zorê hate dayin.
Rejîma Esed û hevalbendên xwe, hewl didin hemleya QSD´ê li vê heremê asteng bikin. Nexasim Îran dixwaze heremên li ser sînorên Iraqê kontrol bike û riya ku Tehranê bi Şamê û Beyrûtê ve girêdide, biparêze. Ji ber hindê, me dît ku serkêşiyên eskerî yên Hizbulaha Lubnanê eşkere li meydana şer derketin pêşberî alavên medyayê û nasnameya xwe diyar kirin.
Her weha hêza "Heşid El-Şabî" ya şîîyên Iraqê jî hewl dide ji aliyê sînor yê Iraqê ve êrîşî DAIŞ´ê bike û heremê bixe bin kontrola hêzên rejîma Esed/Îranê de. Dewleta Tirk jî hewl dide bipêşveçûna QSD´ê asteng bike. Ji ber geşbûna tecrûbeya Rojava, serketinên eskerî û tevlîbûna pêkhateya Ereb a nava sîstema rêveberî û parastinê, AKP dîn û har bûye. AKP bi hemû hêza xwe hewl dide pêngava rizgarkirina Reqa û Dêra Zorê asteng û beravêtî bike. Lê ew nikare û rastî helwesta QSD û DYE´yê tê.
Ji ber hindê, AKP´ê hemû giraniya xwe daye plana parçehiştin/parçekirina Rojava. Bi gotineke din, ew hewl dide ku Kobanê û Efrîn negihêjin hev. Ji ber hindê, ew planên nepenî bi Îranê re imze dike û hewl dide cihê lingê xwe li Idlibê bibîne, da ku QSD beşdarî nava hemleya azadkirina Idlibê ji hêzên "El-Nûsrayê" neyê kirin û nikaribe Efrînê bi Cizîr û Kobanê ve girêbide û ji bo Rojava pencereyekê li ser Derya Spî veke!
Rêveberiya AKPê bawer dike ku ew ê karibe hêza "Mertala Firatê" ya ku ji çeteyên "muxalefeta nijadperest" pêk tê, mîna faktorekî berz û xwedî rol li Sûriyeye bide rûniştandin. Bi taybetî li heremên navbera Efrîn û Kobanê, ew hewl dide bi riya vê hêzê êrîşên dijwar, tevlihevî û nerihetiyê durust bike. Dewleta Tirk her weha dixwaze bazarê bi Rûsya, Îran û rejîma Esed re bike. Ew amede ye gelek tawîzan bide û muxalefet û gelê Sûriyeyê bifroşe, beramberî têkbirina Rojava yan bi kêmanî rêlibergirtina yekkirina xaka Rojava. AKP dizane ku ew li heremên Kobanê, Cizîr, Reqa û Dêra Zorê nikare rastî DYE´yê were, lê li Efrîn û Şehbayê dibe ku karibe bazaran bi Rûsya û Îranê re çêke.
Rojava di gelek waran de serketî ye. Pêngavên rizgarkirina Reqa û Dêra Zorê rast û di cih de ne. Ew destketiyên stratejîk in. Her weha, prosesa tevlîbûna Ereban a nava QSD´ê û rêveberiya Rojava berdewam e. Lê divê Rojava li dijî êrîşên AKP´ê li dijî Efrîn û Şehbayê tedbîrên cidî bigire. Divê AKP neçarî qebûlkirina hebûna Rojava û QSD´ê bibe. Ev yek divê bibe armanceke stratejîk a Rojava di qonaxa pêş de. Qonaxa têkbirin û jiholêrakirina DAIŞ´ê û hewldayina AKPê ya cihgirtina vê hêza teror û tariyê.