
Bi pêşveçûna şervanên QSD`ê ya li nava bajarê Reqayê didome. Şervanan pêr li taxa Hîşam Ebdulmelek mayînên çeteyan paqij kirin û ketin du taxên din. Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê ya ku bipêşveçûna Hemleya Rizgarkirina Reqayê ji nêz ve dişopîne ragihand ku şervanên QSD`ê doh seat derdora 9:00´ê sibehê, dest bi paqijkirina wan kolanan kir û zêdetirî 150 sivîlî ku di nava wan de gelek zarok û jin hene, rizgar kirin.
Welatiyên ku ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin dan zanîn ku hîna li malên nêzî wan gelek sivîl mane û di nava wan de kalepîr û mêr hene. Şervanên QSD`ê sivîlên ku rizgarkiri bûn, veguhestin cihên bi ewle û pêdiviyên van sivîlan bi alîkariya erkdaran re bi cih anîn.
17 çete hatin kuştin
Şervanên QSDʹê ku beriya bi 3 rojan ketibûn taxa Nezlet Şihada ya li başûrê bajarê Reqayê, bipêşveçûna xwe didomînin. Doh danê sibê, di navbera şervanan û komên çete de şerên dijwar rû dan. Di encama şer de şervanan gavên mezin di taxê de avêtin û xetên parastina çeteyan a li deverên Mesakin Hemrai û Mesakin El-Mewezevîn ên rojavayê taxê şikanin û herdu cih jî rizgar kirin.
Li aliyê din hat ragihandin ku komeke çeteyên DAIŞ′ê êrîşî nuqteyên rizgarkirî yên Taxa Berîd a li bakurê rojavayê bajarê Reqayê kir. Şerê li ser bersivdayîna şervanên QSD′ê qewimî, pêr 5 saetan dewam kir. Di encama şer de êrîş hat şikandin, serçeteyek di nav de 9 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin, 2 çeteyan jî teqemeniya li ser xwe teqand. Piştî şer, şervanan dest danî ser rêjeyek çek û cebilxane.
Şervanan her wiha navendeke çêkirina madeyên teqemeniyê ya çeteyan ku bi dehan mayîn tê de bûn jî, desteser kir.
Li Taxa Hîşam Bin Ebdulmelik jî şervan bi pêş ve çûn û di encama şerê qewimî de, 3 çete hatin kuştin.
Her wiha li Taxa Nezlet Şihadê ya li başûrê bajêr û nêzî Taxa Mesakine jî di şerê dijwar de, 6 çete hatin kuştin.
Li bereya rojhilat jî piştî ku hejmarek sivîl gihîştin nuqteyên şervanên QSD′ê, çeteyên DAIŞ′ê bi topên hawanan êrîşî Taxa Reqaya Kevin kir. Di encamê de şervanek birîndar bû.
Her wiha çeteyan bi wesayîteke bombebarkirî jî li derdora Mizgefta Etîq hewl da êrîşî nuqteyên şervanan bikin. Wesayît beriya ku bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hate teqandin.
Di şerê li vê eniyê de, 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 5 şervan jî birîndar bûn.
Şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn
Şervanên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst (TAE), ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih digirin, di salvegera komkujiya Pirsûsê de ciwanên şehîd bûyî bi bîr anîn.
Li qada merasîmê, pankarta bi Kurdî ya bi nivîsa “Xewn û xeyalên wan di nava şoreşa me de ne, MLKP” û pankarta bi Îngilîzî ya bi nivîsa “Me bi hev re serketin parastin, em bi hev re bi ser dikevin, TAE” hatin daliqandin. Piştre li ser navê tabûrê daxuyaniyek hate dayin.
Fermandara Tabûrê Şengul Doza li vir axivî û got, “33 hevrêyên me, bi xewn û xeyalên xwe bi rê ketin. Ya ku bang li wan kir, dengê xewn û xeyalên wan bû ku ji Kobanê bilind dibû.” Doza diyar kir ku 33 rêwiyên xeyalan, bi hevkariya DAIŞ-AKP’ê li Pirsûsê hatin kuştin û destnîşan kir, ku 33 ciwanên ji bo ji nû ve avakirina jiyanê li Kobanê bi rê ketin, di vê oxirê de bûn stêrk.
NAVENDA NÛÇEYAN