Li Şedadê operasyona "Hêrsa Xabûrê" bi lêgerînê û paqijkirina cihên şên ji mayîn û teqemeniyan dewam dike. Komên çete yên DAIŞ'ê doh danê sibê hewl dan xwe bi 2 maşînên bombebarkirî bigihînin baregehên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li bakurê bajarê Şedadê. Şervanên QSD'ê yên bi vê hesiyan, beriya ku maşîn bigihêjin cihên wan, her du jî teqandin.

Bi vê yekê re hin komên çete ku xwe wekî xaneyên razayî veşartibûn derketin û êrîşî heman nuqteyan kirin. Lê şervanan bersiveke tund da wan. Şer derket, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. Di encamê de çeteyan xwe li hemberî şervanan negirt û reviyan.

Xebatên lêgerînê li nava bajarê Şedadê û gundan hîna jî dewam dikin. Heta niha nîvê bajêr ji mayînan hatiye paqijkirin. Di navbera şervanên QSD’ê û komeke çeteyan jî ku li bajarok xwe veşartî de şer qewimî. Di encama vî şerî de dawî li vê komê hat. Di lêgerîna li nava 15 gundên Şedadê yên rizgarkirî de jî 33 cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê hatin dîtin.


Navendên çeteyan hatin dîtin

Şervanên QSD’ê di operasyona paqijkirinê de li gundê Xiwêtla yê ser bi Şedadê depoyeke madeyên xwarinê û navenda tenduristiyê ya çeteyên DAIŞ’ê dît.

Hêzên QSD’ê li gundê Xiwêtla yê girêdayî Şedadê navendeke tenduristiyê û depoyeke xwarinê ya girêdayî çeteyan dîtin.

Di navenda tenduristiyê de textê tenduristiyê, derman û alavên tenduristiyê hebûn. Her wiha di depoya xwarinê de madeyên weke şekir, rûn, çay, qehwe, birinc û desmalên rû paqijkirine hebûn û çeteyan ev weke wargeh bi kar dianî.”

Hêjayî gotine ye ku gundê Xiwêtlê yê 7 km li başûrê herêma el-Şedadê roja 16’ê sibatê di hemleya “Xezeba Xabûrê” ya QSD’ê de hatibû rizgarkirin.


Li Bendava Tişrînê şer

Çeteyên DAIŞ’ê doh û pêr bi şev êrîşî gundê El-Sadiyîn ê li başûr-rojavayê Bendava Tişrînê ya li Kantona Kobanê kir. ŞervanênQSD´ê bersiva çeteyan dan û di encamê de şer qewimî. Di vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî ji aliyê xwe ve baragehên çeteyan ên li herêmê bombebaran kirin. Li vê qadê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de heta ku nûçe dihat amadekirin şer dewam dikir. 


 HESEKÊ






Eskerê Şamê bû şervan


Mihemed El-Hisên ji şêniyên bajarê Şamê ye. Şeş salan eskeriya rêjîma Sûriyeyê kiriye, ji eskeriyê reviya û tevlî QSD’ê bûye. Mihemed El-Hisên 27 salî ye, Ereb e û li paytexta Sûriyeyê Şamê jidayik bûye. Dema ku şerê navxweyî yê li Sûriyê dest pê ew esker bû diviyabû eskeriya wî sala 2012´an biqediya. Lê artêşa rejîma Sûriyê destûr neda ku ji eskeriyê veqete. Sala 2015’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî navendên artêşa rêjîmê yên li Hesekê kir, ew dibe şahidê wê yekê ka rêjîmê çawa navendên xwe radestî çeteyan kirin û piştre YPG û YPJ’ê ew navend ji çeteyan rizgar kirin.

Mihemed El-Hisên çend caran dixwaze ji hêzên rêjîmê veqetê lê nikare heyanî dawiya sala 2015’an keysa xwe lê tîne, ji eskeriya rêjîmê direve û tevlî nav refên QSD’ê dibe. Niha ew cihê xwe di operasyona Xezeba Xabûrê ya QSD’ê de digire.