Şervanên QSD’ê di qonaxa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de li herêmên El-Şafaa, Baxoza Jorîn û El-Sûse, doh bêhtirî hezar sivîlên din rizgar kirin. Beriya wê jî pêr bi şev jî bêhtirî 600 sivîlên ji El-Sûse, El-Şafaa û Baxoza Jorîn rizgar kiribûn.
Şervanên QSD`ê di qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de bi pêş ve diçin û sivîlan rizgar dikin. Di vê çarçoveyê de şervanên QSD`ê bêhtirî hezar sivîlên din doh ji çeteyan rizgar kirin. Ev sivîl ji Baxoza Jorîn, Şafaa, Hecîn û El-Sûse bûn û li van deveran çeteyan dor li wan girtibû.
Pêr bi şev jî zêdetirî 600 sivîlên ji heman herêman ji DAIŞ` hatin rizgarkirin.
Şervanên QSD´ê niha bi tîmên hewl didin sivîlên li herêmên El-Şea, El-Sûse û gundê Ebo El-Hesen rizgar bikin. Li van gudan şer giran e.
ANHA / DÊRA ZORÊ