Dersên me derxistî û tedbîrên me girtî wê bikin ku êriş pûç bibin. Dewleta Tirk dît ku ew ê eskerî bi ser nekeve êrişên dagirkeriyê sînordar kirin.

 Em ji miletê me yê Efrînê re dibêjin, Efrîn wê teqez dîsa bibe ya xwediyên wê yên bi rastî. Em ji bo miletê xwe yê Serêkaniyê û Girê Spî jî heman tiştî dibêjin.

Bi civaka Ereb re nexasim jî bi Misrê re têkiliyên me baş in. Di warê siyasî de têkiliyên me xurt dibin. Çarenûsa gelên Kurd û Ereb êdî hevpar û yek e.

Fermandarê giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî ji rojnameya me re peyivî. Ebdî mijarên weke hevdîtinên vê dawiyê, êrişên nû, rewşa deverên dagirkirî, amadekariyên QSD´ê, têkiliyên bi Îran, Rûsya, Misr û welatên Ereban, yên ku Bakur û Rojhilatê Sûrî elaqedar dikin, zelal kirin. Wî got, QSD ji berê bihêztir e û rê li ber çareseriyê vedike. Bi ya Ebdî, DYE neçar e ku bi hêzên QSD û MSD’ê re kar bike li Bakur û Rojhilatê Sûrî. Mezlûm Ebdî got, têkiliyên bi welatên Ereb û nexasim jî bi Misrê re gihiştine asteke bilind, û li Bakur û Rojhilatê Sûrî çarenûsa gelên Kurd û Ereb jî êdî hevpar e.

Kêmasiyên di dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de çi bûn; gelo di warê eskerî, siyasî û dîplomatîk de ders hatin girtin?

Helbet di dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de kêmasiyên me çêbûn. Em beriya her tiştî ji ber vê xwe rexne dikin. Ji ber ku amadekariyên lazim ên berxwedana eskerî û dîplomatîk li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nehatin kirin, ev encama hanê derket holê. Dewleta Tirk dizanî em dixwazin amadekariyên xwe yên berxwedanê bi dawî bikin. Ji ber wê bêyî ku guh bide nerazîbûnan xwest dest bi êrişa dagirkeriyê bike.

Bêguman tesîra siyaseta Emerîkayê jî hebû. Wê nexwest li hemberî dewleta Tirk berjewendiyên xwe bixe tehlûkeyê. Ji ber wê heta astekê ew bêdeng ma û di encamê de ev êriş bûn.

Hin dersên em ji vê bigirin hene; di warê eskerî, siyasî û dîplomatîk de me hin ders derxistin. Em dikarin bibêjin, ji niha û pêve êrişên dewleta Tirk wê hêsan nebin. Dersên me derxistî û tedbîrên me girtî wê bikin ku êriş pûç bibin. Dewleta Tirk dît ku li deverên din amadekariyên me xurttir in û li hemberî berxwedana mezin a li van deveran, ew ê eskerî bi ser nekeve êrişên dagirkeriyê sînordar kirin.

Bi welatên Ereb re têkiliyên we çawa ne?

Bi civaka Ereb re nexasim jî bi Misrê re têkiliyên me baş in. Di warê siyasî de têkiliyên me xurt dibin. Li Bakur û Rojhilatê Sûrî çarenûsa gelên Kurd û Ereb êdî hevpar û yek e.

Ev kêmasiyek bû ku heta niha bi civaka Ereb re têkiliyên me bi pêş neketibûn. Ev hem qisûra me û hem jî qisûra dewletan bû.

Têkiliyên QSD´ê bi Rûsyayê re çawa ne, planên siberojê yên Rûsyayê elaqedarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ne?

Rûsya ji bo çareseriya li Sûrî aktorê sereke ye. Ji ber wê jî hêviya me ew e ku hebûna Rûsya ya li deverê tesîreke erênî bike. Divê Rûsya di navbera me û hikûmeta Sûrî de bibe garantor û navbeynkarekî bi hêz. Divê ew bike ku bi diyaloga siyasî lihevkirin çêbe. Ya ku em ji Rûsyayê dipên, ev e.

Rewşa diyaloga bi rejîma Sûrî re çi ye? Li pêşiya çareseriyeke demokratîk a ku ev diyalog dikare ber pê ve bibe, çi asteng e?

Têkiliyên me bi rejîma Sûrî re dewam dikin. Hem hevdîtin û hem diyalog jî giran dimeşin. Sedem jî ew e ku zêhniyeta Baesê ji çareseriyê hîna dûr e. Hevdîtin wê dewam bikin, lê lihevkirin wê dirêj bike. Divê Rûsya û hêzên Koalîsyonê bi rola xwe rabin. Helbet ya diyarker xurtbûna pozîsyona me ye. Eskerî û siyasî xurtbûna me wê rejîma Sûrî nêzîktirî lihevkirinê bike.

Helwêsta dewleta Sûrî sedema sereke ye ku heta niha lihevkirin çênebûye. Pirsgirêka Kurd ne meseleya aştiya di navbera du aliyan de ye. Pirsgirêkeke siyasî ye û dewlet divê vê qebûl bike. Heger bi Bakur û Rojhilatê Sûrî re û bi miletê Kurd re li hev neke, ne mumkin e ji nû ve Sûriyeyeke bihêz çêbe. Ji bo lihevkirinê divê dewleta Sûrî bîrewerî vê yekê be.

Serokê MÎT´a Tirk û ya îstîxbarata Sûrî li Moskovê rûniştin; gelo ecamek civînê derket?

Serokê MÎT’ê Hakan Fidan, di hevdîtina li Moskovê de ji hevpîşeyê xwe yê Sûrî Elî Memluk re Peymana Edenê, dijberiya Kurdan û şerê li dijî me danî ser masê. Bi qasî em dizanin rejîma Sûrî ji bo vê ne amade ye. Êdî pirsgirêk ne yek alî ye. Dewleta Tirk li dijî rejîma Sûrî destekê dide çeteyan. Ji ber wê em yeqîn dikin ku Peymana Edenê wê pêk neyê.

Gelo têkiliyên Emerîka û QSD´ê çawa ne, gelo ev hevdîtinên vê dawiyê hewldanên pêvajoyeke erênî ne?

Di hevdîtinên bi nûnerê taybet ê DYE’yê ji bo Sûriyê James Jeffrey û rayedarên din ên eskerî yên payepilind re me ji wan xwest destekê bidin bernameyên me yên xebatê. Helbet her hêz li gorî berjewendiyên xwe yên li herêmê tevdigere. Me jî ji bo paraztina berjewendiyên gelên Rojava û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî hevdîtin bi Emerîka û Jeffrey re kirin.

DYE hewl dide zirara biryarên şaş telafî bike. Hem di warê eskerî de hem jî li ser esasê têkiliyên DYE û QSD’ê yên li deverê plansaziyeke nû hat kirin û hevkarî tê kirin.

DYE neçar e ku bi hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûrî, QSD û MSD re pirsgirêka Sûrî çareser bike. Di vê çarçoveyê de têkiliyên me dewam dikin. Hin tişt diqewimin, lê hîna em negihiştine encama em dixwazin.

Ji bo îdîayên dibêjin, Kurd wê qebûl bikin ku Emerîka wan ber bi erdên petrolê ve bajo, hûn çi dibêjin?

Îdîaya dibêje DYE wê Kurdan ber bi herêmên petrolê ve biajo ne rast e. Siyaseteke DYE’yê ya bi vî rengî nîne. Jixwe, herêmên petrol lê ev 8 sal in di kontrola Kurdan de ne.

Zêdebûna aloziya Emerîka û Îranê gelo tesîr li Sûriyê kir?

Zêdebûna aloziya di navbera DYE û Îranê de tesîr li Sûrî jî kir; nakokî zêde bûn. Di nava van nakokiyan de bi giştî em aliyê ti hêzê nagirin, em ê nebin aliyê ti hêzê jî. Em ê li ser esasê berjewendiyên miletê xwe û tevahiya miletên Sûrî bi aliyan re hevdîtinên xwe dewam bikin.

Gelo Kurdan karî desteka zêde dibe ya li dinyayê rast şirove bike û wê bike destketiyeke dîplomatîk?

Di pêvajoya dawî ya şerî de gelek dewletan yekser destek da me. Çapemeniya navneteweyî û raya giştî li cem me bûn. Em gihiştin asteke nû ya siyasî û dîplomatîk. Êdî li seranserê dinyayê dostên me hene.

Gelo plan û amadekariyên QSD´ê ji bo rizgarkirina erdên dagirkirî hene?

Weke QSD’ê em amade ne deverên dagirkirî rizgar bikin, lê belê dema wê û şertên vê yekê hene. Ev ê li demeke zêde dirêj belav nebe. Jixwe tirsa dewleta Tirk jî ji vê ye. Em ji miletê me yê Efrînê re dibêjin, Efrîn wê teqez dîsa bibe ya xwediyên wê yên bi rastî. Em ji bo miletê xwe yê Serêkaniyê û Girê Spî jî heman tiştî dibêjin. Dagirkirina van deveran ji bo me jidestdaneke mezin bû, lê hîna jî hêzeke me ya mezin heye ku dikare van deveran riygar bike. Dewleta Tirk nekarî hêza me bişikîne û ya xwe nebire serî. Heta ku ev hêza me heye, bi qasî ku derfet çêbû em ê van deveran rizgar bikin.

QSD hêvî, moral û vîzyoneke siberojê ya çawa pêşkêşî Kurdan û xelkê herêmê dike?

Pozîsyona me bi hêz e û rê li ber çareseriyê vedike. Ji bilî ku em sala 2020’an bikin sala çareseriya doza Kurdî, em ji bo çareseriya li Bakur û Rojavayê Sûrî ûtevahiya Sûrî bi berfirehî dişuxulin.

   

 NAVENDA NÛÇEYAN