Wezareta Karê derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li ser pirsekê got, “Em QSD´yê wekî hêza herî baş a ku ji nû ve Reqayê kontrol bike, dibînin.” 

Berdevka Wezareta Karê Derve ya DYE´yê Heather Nauert di briefinga çapemeniyê de li ser pirsekê, ji bo QSD´yê got, “QSD di dema bihurî de bû hêzeke tesirkar a şer. Û wek nimûne, em QSD´yê wekî hêza herî baş a ku ji nû ve Reqayê kontrol bike, dibînin. Em helbet li vê meydanê ji nêz ve bi wan re dixebitin. Û wan karekî gelekî baş kir. Lê ji vê û wêde, ez ê ti agahiyên din nedim yan jî behsa ti hîpotezên ji bo siberojê nekim.” 


WASHINGTON