Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Kîno Gabriyêl têkildarî topa ku ji Sûriyeyê avêtine Serê Kaniyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êvara roja Duşemê di 22‘ê Tîrmehê de topek ji aliyê kesên nenas ve ji hundirê Sûriyeyê ber bi aliyê bajaroka Ceylan Pinarê (Serêkaniyê) yê Tirkiyê ve hatiye avêtin, di encamê de hin sivîl birîndar bûne.
Ev kiryar bi armanca şantajkirinê ji aliyê kesên nenas ve hatin kirin ku dixwazin aloziyê çêbikin û ziyanê bigihînin herêmê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ewlehiyê ji bo naskirina kesên li pey vê bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin. Em şîfa lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”
Di sala 2014’an de jî qeydeke deng derketibû holê. Di qeyda deng de musteşarê MÎT’ê ji Wezîrê Karê Derve û Serokê 2’emîn ê Artêşa Giştî ya Tirkiyeyê re digot “Hewce bike ez ê çar kesan bişînim Sûriyeyê. Wê 8 fuzeyan biavêjin Tirkiyeyê û ez ê vî tiştî bikim sedema şer.”
NAVENDA NÛÇEYAN