Di qonaxa Tinekirina Terorê ya Bagera Cizîrê de QSD li hemû bereyan doh û pêr jî bi pêş ve çû. Piştî rizgarkirina gundê El-Miraşdê jî şervan li ber deriyê bajarokê El-Sûsê ne. Li Hecînê jî di nava du rojan de herî kêm 23 çete hatin kuştin.
Qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundewarê Dêra Zorê û nexasim li bajarokê Hecînê dewam dike.
Ji şevê din heta niha şer di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû didin, herî zêde şer li eniya El-Sûsê herî zêde ye. Di şer de çekên giran û sivik bi kar tê. Şervanên QSD’ê li eniya El-Baxoz 2 km bi pêş ve çûn û gundê El-Miraşdê yê başûr-rojhilatê bajarokê El-Sûsê ye, rizgar kirin. Girîngiya stratejîk a gundê El-Miraşdê ew e ku li sê aliyên wê çemê Firatê heye û nêzîkî bajarokê El-Sûsê ye.
Şervanê QSD’ê Hisên Doçka got: “Em li ber deriyê bajarokê El-Sûsê ne û em ê di demeke nêzîk de bi giştî bajarokê El-Sûsê ji destê çeteyan rizgar bikin. Bipêşveçûna me li vê eniyê, tevî hemû êrişên çeteyan,dewam dike û em bi coş û morelên bilind tevdigerin.”
Mayînan weke çek li dijî me dixebitînin
Hisên diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê nikarin li hemberî wan li ber xwe bidin û ji ber vê yekê mayîn û wesaîtên bombebarkirî li dijî bipêşveçûna şervanên QSD’ê bi kar tînin û got, “Çeteyên DAIŞ‘ê dever veguhertine zeviyekî mayînan. Niha me nêzî 1 km dûrî çeteyan in û em ê di demeke nêzîk de derbasî bajarokê El-Sûsê bibin û bi temamî rizgar bikin.”
Mijara sereke parastina jiyana sivîlan e
Her wiha şervanê QSD’ê Hisên Doçka got, bajarokê El-Sûsê ji welatiyên sivîl hatiye valakirin û hemû sivîl li bajrokên El-Şehfê û Hecîn de bi cih bûne û wiha peyivî, “Em cihê ku sivîl tê de ne baş nas dikin. Ji ber vê yekê, em ti carî van deveran topbaran nakin. Mijara me ya sereke di vî şerî de parastina jiyana welatiyên sivîl e.”
Li Baxoz 6 nuqteyên nû
Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir.
QSD‘ê got, li bereya Baxoz hêzên wan 500 metroyan bi pêş ve çûne û ev agahî dan: “Hejmarek ji terorîstan hatin kuştin. Şervanên me 6 nuqte ava kirin û mîqdarek çek û cebilxane desteser kirin.
Di saetên şevê de, şervanên me êriş birin ser bargehên terorîstan. Di encamê de hejmarek terorîst hatin kuştin, miqarek çek û cebilxane kete destê şervanan. Her wiha hejmarek mayînên ku terorîstan bi cih kiribû, hatin bêbandorkirin. Balafirên Koalîsyona Navneteweyî gelek baregehên terorîstan kirin hedef.”
23 terorîst hatin kuştin
Ji bo bereye şer a Hecînê jî QSD‘ê got, li wir şer dewam dike lê agahiyeke zelal bi dest wan neketiye û bîlançoya du rojên dawî ragihand: “23 terorîst hatin kuştin. Balafirên Koalîsyona Navneteweyî 5 caran bargehên terorîstan kirin hedef. Du baregehên terorîstan hatin rûxandin.
Erka Xweparstinê 16 çete zeft kirin
Hêzên Erka Xweparastinê li Dêra Zorê 16 çeteyên DAIŞ’ê girtin. Hêzên Erka Xweparastinê bi şervanên QSD´ê re di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de cih digirin.
Hêzên Erka Xweparastinê piştî rizgarkirina gundekî, 5’ê Cotmehê li wî gundî xebatên lêgerîn û lêkolînê dabûn destpêkirin. Di encama xebatên lêgerînê de rêjeyeke zêde cebilxane ket destê Hêzên Erka Xweparastinê.
Berpirsê Çapemeniya Hêzên Erka Xweparastinê Îsam Îsa têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, hewaneke 120 mm, gelek guleyên wê, çeka doşka, gelek gule û çeka AK 47, çekên BKC ketine destê wan.
Îsa bi bîr xist ku di operasyonan de 16 DAIŞ’î jî bi saxî hatine girtin.