Hemleya Rizgarkirina Reqayê ji sê aliyan ve bê navber didome. Ji pêr êvarî ve li taxa Rewda ya dikeve bakurê rojhilatê bajar di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî giran rû da. Li gorî agahiyên herî dawî ji bereya şer hatî 8 çete hatine kuştin û hejmarek çek û cebilxaneyên çeteyan ket destê şervanan.

Li taxa Nezlît Şehade piştî ku şervanên QSD`ê xeta parastine ya çeteyên DAIŞ`ê ku tê de hejmareke mezin ji mayînan hatibûn dayîn, derbas kirin, şervan bi pêş ve diçin. Şervanan li vir biqasî hezar sivîlî rizgar kirin. Çeteyan li beramberî vê pêşketina şervanan sivîlên ku hatibûn rizgarkirin, topbaran kirin.

Grûbên taybet ên QSD`ê sivîl bi awayekî bê ziyan gihandin taxa Yermûk.

Li taxa Hîşam Bin Ebdulmelîk jî bi pêş ve çûna şervanan didome û di encamê de şervanan çek û cebilxane desteser kirine.


Li ezmên di pey şopan de ne

Bi riya balafirên keşfê yên hêzên QSD′ê noqteyên çeteyên DAIŞ′ê têne naskirin û bi riya dûrbînan jî tevgera çeteyan tê şopandin.

Di wêne û dîmenên ku komên endêzyer ên girêdayî QSD′ê kişandine de, tê ku xuyakirin ku çawa noqteyên çeteyan û sekvanên wan têne hedefgirtin. Her wiha tevgera wan li nava bajar jî tê şopandin. Ji ber vê yekê çete ditirsin û kolanan bi cawan dinixumînin.

Endamên komê diyar kirin ku gelek operasyonên keşfê têne lidarxistin da çete û sivîl ji hev bêne nasîn û sivîlan hedef negirin û riyên rizgarkirina wan peyda bikin û noqteyên çeteyan hedef bigirin.

Her wiha wêneyên navenda bajêr hatin girtin. Di wêneyan de diyar dibe ku çeteyan kolan bi axê nixumandine û li qeraxên riyên sûka navendî torbeyên axê hatine danîn. Her wiha seranserî kolanan mayîn kirine. Ev yek metirsiya çeteyan nîsan dide.


Çete sivîlan bi kar tînin

Di wêneyan de her wiha tê xuyakirin ku tevgera sivîlan di nava bajêr rawestiye. Sivîlên ku ji aliyê şervanên QSD′ê ve hatine rizgarkirin, diyar kirin ku çete nahêlin ku sivîl ji malan derbikevin û gotin ku kesên derdikevin dibin hedefa sekvanên çeteyan. Li gorî agahiyên ku ji hundurê bajar têne bidestxistin, çete nema êdî dikarin tevgera welatiyan kontrol bikin. Ji ber vê yekê kesên ku hewl didin derkevin dukujin, an jî li derdora taxên ku welatî lê têne komkirin mayîn wekî Deriye, Nehda û Emîn têne çandin. 


 REQA