Pêngava Rizgarkarkirina Reqayê ku di roja 35`an de dewam dike, şervanên QSD`ê jî roj bi roj bi pêş ve diçin û derbên giran li çeteyên DAIŞ`ê, dixin. Berdevka Operasyona Reqayê ya QSD’ê, Cîhan Şêx Ehmed û Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd li ser helwêstên dewleta Tirk axivîn.

Doh li taxa El-Rewda ya Reqayê ku şerên giran lê diqewimin, 27 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û termê 11´an ji wan kete destê şervanên QSD'ê. Ev şer li taxa El-Rewda ya aliyê rojhilatê bajêr e. Her wiha şervanên QSD`ê dest danîn ser 8 çekên keleşnîkof, 3 B7, doçkayeke 12.5, 2 çekên lav ên artêşa Tirk a dagirker, 10 guleyên tangê û 3 cîhazên ji cûreya Hîdra.


Ji bo sîvîlan xwe tavêjin êgir

Piştî ku çeteyên DAIŞ′ê derbên giran ji destê şervanên QSD′ê xwarin, çeteyan şêniyên taxên Reqayê birin navenda bajêr û ji bo bipêşveçûna şervanan asteng bikin, sivîl nikaribin xwe bigihînin nuqteyên şervanan, li kolanên bajêr mayîn bi cih kirin. Şervanên QSD′ê jî jiyana xwe dixin xeterê da ku mayînên ku çeteyan çandine, bêbandor bikin, da ku sivîl karibin xwe bigihînin cihên ewle.


Ji derewên Tirkan bawer nekin

Medya Tirk pêr îdîa kiribû ku balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) bombe li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li Reqayê barandine û 30 şervanan jiyana xwe ji dest daye.

Berdevka Operasyona Reqayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Cîhan Şêx Ehmed li ser mijarê agahî da ANF'ê û dest nîşan kir ku ev nûçe derew e û Tirkiye manîpulasyonê dike.

Fermandar Cîhan Şêx Ehmed got, "Ev nûçe bi temamî derew e, ti elaqeya xwe bi rastiyê re nîne. Em li Reqayê şerekî giran dikin û em ê Reqayê azad bikin. Dewleta Tirk bi weşandina nûçeyên bi vî rengî yên ne rast, dixwaze operasyona me qels bike. Em guh nadin nûçeyên bi vî rengî. Em vê peyamê didin gelê xwe; Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê Reqayê rizgar bikin û ji barbarên DAIŞ'ê paqij bikin."


Erdogan ji qedandina DAIŞ'ê ditirse

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, YPG’ê Nûrî Mehmûd tifaqa DYE û hêzên koalîsyonê ya bi YPG’ê re ya li dijî DAIŞ’ê nirxand. Mehmûd di heman demê de bûyerên li herêma Ezaz, Cerablûs, Îdlîb, Efrîn û Şehbayê jî nirxandin.

Mehmûd îşaret bi rêbaza şerkirina hêzên YPG'ê kir û got: "Em li ser esasên rêgezên azadî, çand û baweriyên gelan şer dikin û di çarçoveya parastina meşrû de bersivê didin êrîşan. YPG´ê li Sûriyeyê li ber xwe nedaya, dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê wê li Sûriyeyê bibûna desthilatdar. Pêngavên leşkerî yên li Rojava û meşa me ya li Reqayê temînata ewlehî û parastinê ye. Dema DAIŞ li Reqayê têk diçe, hesabên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê hildiweşin. Lewma dewleta Tirk ji qedandina DAIŞ'ê ditirse." 


 NAVENDA NÛÇEYAN