Li Tebqayê, Akademiya Şehîd Cûma El-Nezal a hêzên eskerî dewereya 4`emîn a şervanên QSD`ê bi merasimekê bi dawî kir.

Fermandarên QSD`ê û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê beşdarî merasîmê bûn. Dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Ehme El-Setam, 45 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên bîrdozî û eskerî hatin dayîn.

Ji fermandarên QSD`ê Omîd Gabar, fermandarên YPJ’ê, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz Hamid El-Ferec, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û malbatên şervanan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêûresma eskerî dest pê kir.

Hamid El-Ferec bal kişand ser têkoşîna şervanên QSD’ê û got: “Hûn ew leheng in ku nîşanî tevahiya cihanê kir ku hûn aştiyê ava dikin û welatan diparêzin. We şerê terorê kir û gelê me ji zilm û zordariyê rizgar kir. Divê hûn heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û parastina destketiyan bikin.”

Ji fermandarên QSD`ê Omîd Gabar jî got, ew hêza xwe ji hêza gelê herêmê digirin.

 

ANHA / TEBQA