
Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê derbarê pêngava duyem a Hemleya Xezeba Firatê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de fermandarên QSD′ê û Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan Cîhan Şêx Ehmed axivîn.
Fermandarê QSD′ê Ebdulqadir Hivêdlî da zanîn ku wan li ser banga şêniyên Reqayê hemleya Xezeba Firatê dane destpêkirin û dewam kir: ”Hêzên ku di hemleyê de cihê digirin eşîrên herêmê ne. Şervan bi moralekî bilind hemleya xwe didomînin û serkeftinên mezin bidest dixin”.
2 hezar ciwanên Reqayî
Hivêdlî sedemên serkeftinên di çeperên berxwdanê de wiha vegotin:”Bi piştgiriya eşîrên herêmê hemleya me bi ser dikeve. Di dema dawî de 2 hezar ciwanên herêmê cihê xwe di nava hêzên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de girtin”.
Hivêdlî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji tecrûbeyan fêr bûn e û hemû astengiyan derbas dikin û, ev mizgînî da: ”Em ê hewl bidin ku di pêngava duyem de bigihîjin Bendava Firatê. Hemleya me didome û rizgarkirina Reqayê nêz e”.
Jin wê azad bibin
Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, da xuyakirin ku Hemleya Xezeba Firatê bi pêşengiya jinê dest pê kir û wiha pê de çû: ″Bi dehan Fermandarên jin beşdarî Hemleya Xezeba Firatê bûn û bi hezaran jin ji tarîtiya çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin.”
Qadeke fireh hat rizgarkirin
Berdevkê Fermî yê QSD′ê Mîralayî Telal Silo jî da zanîn ku di Hemleya Xezeba Firatê de herêmeke fireh ji çeteyên DAIŞ′ê hat rizgarkirin. Telal spasiya şêniyên herêmê kirin ku pişgiriya hêzên wan kirin û ev tişt got: ″Baweriya gel bi hêzên QSD′ê tê û gelek ciwanên herêmê beşdarî nava refên me bûn”.
NÛRHAN EBDÎ / REQA