Tîmeke taybet a QSD’ê malbateke Êzîdî ji destê DAIŞ’ê rizgar kir. Her wiha 2 jinên ciwan û xortek Êzîdiyên ji destê DAIŞ’ê hatî rizgarkirin jî teslîmê xizm û malbatên wan hatin kirin.

Operasyona QSD’ê ya li Dêra Zorê ya bi mebesta ku herêmê ji DAIŞ’ê rizgar bikin û sivîlan xilas bikin, ya bi hevkariya artêşa Iraqê û hêzên koalîsyonê didome.

Bi çarçoveya operasyonê tîmeke taybet a QSD’ê li rojhilatê Firatê bi operasyoneke taybet dayikeke Êzîdî û zarokeke wê ya 4 salî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Kesên ku hatin xilaskirin, navê wan wiha ye: Dayik Xezal Çoqî, zarok Daliya, Habîb, Elî û Samî.

Tîma QSD’ê endamên malbatê yên ku rizgar kirin ji bo ku bidin Rêveberiya Xweser a Demokratîk û YPJ’ê teslîmî Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê kirin.

Hê xwişka wê di destê çeteyan de ye

Her wiha şervanên QSD´ê 2 jinên ciwan û xortekî Êzîdî jî radestî xizm û malbatên wan kirin.

Jina ciwan a bi navê Xezal Cesêm (17) ya ku li gel malbata xwe di dema fermanê de ketiye destê DAIŞ’ê dibêje, hê xwişka wê di destê çeteyan de ye. Xezal ku ji gundê Dahola yê Şengalê ye, wiha qala roja ku ketibû destê DAIŞ’ê dike, “Dema êriş pêk hat, em 4 xwişk di nava malekê de bûn. Dema em bi êrişê hesiyan me xwest birevin. Dema me xwe li çiyê da, em li ser rê girtin û birin zindana Badûş û em 15 rojan li wir man. Wê demê, ez ji malbatê qut kirim. Ji roja ku ez dîl ketim heta roja îro, min her êş û zehmetî kişand. Dibe nekarim hemû êşên ku min kişandiye bînim ziman. Lê êşa herî mezin a ez niha jî dikişînim, xwişka min mîna bi hezaran jinên din di destê DAIŞ’ê de ye.”

Gihîştime malbata xwe û axa pîroz

Jineke din a ciwan a bi navê Daliya Xidir Qasim (17) jî ji gundê Tilbenat a Şengalê ye. Daliya roja fermanê li mala xalê xwe bûye û wiha behsa wan kêliyan dike, “Em 6 xwişk û 6 bira ne. Beriya ku ferman pêk were, jiyaneke me ya nexweş hebû. Beriya ku ferman pêk were ez çûbûm mala xalê xwe. Dema me bihîst DAIŞ êriş dike, em ji gund derketin, lê di rê de ketin dest wan. Yên li gel min tev ketin destê DAIŞ’ê. Wê demê nêzî 200 keçên dîl hatibûn girtin, birin Qesra Sedam a Mûsilê. Ji ber ku îro gihîştime malbata xwe û axa pîroz, zehf kêfxweş im.”

Ciwanê bi navê Eşrawî Qasim (17) yê ji gundê Tilbenatê jî dibêje, malbata wî hemû ketiye destê DAIŞ’ê û wiha behsa kêliyên ketina destê çeteyan de dike, “Malbata min tev dayîk, bav, xwişk, bira û mamê min ketin destê DAIŞ’ê. Xwişka min xwe ji destê wan xilas kir û reviya. Piştî ku em birin Til Eferê, bav û birayê min birin, min êdî agahî ji wan û dayika xwe jî wernegirt.”

 

ROJNEWS/ŞENGAL