
Qehreman Hesen bi xwe jî ji Reqayê ye û dibêje, "Weke QSD em xwe ji ber rizgarkirina hemû gelên di bin dagirkeriya DAIŞ´ê de berpirsiyar dibînin. Em ji bo xwe wek erkekî bingehîn û wek rêgezekê dibînin û li gorî vê em tevdigerin. Bêguman di nav van qadên cografîk de Reqa jî heye."
'Cihê tê rizgarkirin em li gel vedigerînin'
Di dewama axaftina xwe de Hesen îşaret pê kir ku ew hêzeke eskerî ne û wiha peyivî: "Piştî rizgarkirinê, wek hêzên leşkerî em vedikişin û wê qadê li gelên li wir vedigerînin. Îradeya gel li wir derdikeve holê. Mînak, wek Minbic, Til Hemîs û hwd. cihên ku hatin rizgar kirin, gelê wir biryara xwe dide, meclîsên xwe ava dike. Ya ji bo me esas ev e. Ji ber wê jî xelkê gelek deveran dixwazin em wan rizgar bikin."
'Tirkiye bi xeyalên Osmanî dijî'
Hesen di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê û hikûmeta AKP´ê û Erdoganî li hemberî Sûrî û anî ziman ku Tirkiye dixwaze li Sûrî û Iraqê xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne. Hesen wiha dirêjahî da axaftina xwe; "Dîsa, di vê demê de Tirkiye jî gelek îdeyan tîne ziman, ji xwe bi ketina Cerablûs re ket axa Sûrî. Bi rêya hêzên bi navê Dil El Firat, Ceyş el-Hur ava kirin ku ev hêz jî hemû bi peran kar dikin. Bila li ser van hêzên ku dewleta Tirk bi wan re kar dike lêkolîn bê kirin ka ev kî ne! Em wan wekî Ceyş el-Hur nabînin. Ew hêzeke Tirkiyeyê ne. Ji bo desketiyên heyî û yên siberojê, gef û tehlûkeyeke mezin in."
Tirkiye dagirker e
Yek ji fermandarên QSD´ê Qehreman Hesen ketina hêzên Tirkiyeyê ya li Cerablûsê, bi gotinên "Em wek dagirkirin dibînin, û ti carî jî em ê qebûl nekin“ dinirxîne. Li ser gefên Erdogan li Rojava jî dixwe, Hesen dibêje, "Em ti carî destûr nadin. Lê ez wek kesekî ji Reqayê vê bibêjim û dîrokê jî ev îsbat kiriye. Eger gel ne bi te re be, ti nikarî xwe li wir bigirî. Ev ji bo hemû hêzan lê ye. Gelê Reqayê ti carî hêzên Erdogan, hêzên Tirkiyeyê yên leşkerî ne li Reqayê û ne jî li Sûriyê qebûl nake."
Li ser sedema vê êrişkariya Tirkiyeyê jî Hesen wiha peyivî: "Bi xeyalekê nizanim çiqas salan dijî. Bi xeyalê împaratoriya Osmanî dijî. Ne tenê ji bo Sûrî, ji bo Iraqê jî wisa nêzîk dibe. Ketina Tirkiyeyê ya Mûsilê jî li ser vî esasî ye. Dîsa qala Şamê, Helebê dike. Ev fermî di belgeyên wan de heye. Ji ber vê jî ez bibêjim, ev xeyalên wan wê wek xeyal bimînin."
Di dawiyê de yek ji fermandarên QSD´ê Qehreman Hesen dibêje, bila Tirkiye pirsgirêkên di nav xwe de çareser bike, bi wan re mijûl bibe û wiha dawiyê li gotinên xwe tîne: "Karê wî bi pirsgirêkên Sûrî nîne. Em bi xwe dikarin bi pirskirêkên xwe re mijûl bibin û wan çareser bikin."
REQA