Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundê Baxozê yê navçeya Hecînê ya Dêrazorê pêr li Baxozê 13 zarok rizgar kirin.Ji 13 zarokên hatine rizgar kirin 9 jê Êzidî, 4 jî Tirkmen in.
QSD’ê doh 9 zarok û jinek radestî Meclisa Şengalê ya Mala Êzidiyan a li navçeya Amûdê kirin. Navê hinek ji wan kesên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin wiha ne: Canê Ilyas Xelef û 3`ê zarokên wê Ferîd, Ehmed û Ferîde, ji gundê Til Benat ê Şengalê ne, hevjînê wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê hatiye kuştin. Zarokên bi navên Celîl Xelîl Beşar, Eymen Ferhan, Colîn Elaa û Sûad Reşo.
DÊRAZOR