HEYSEM MISLIM / ANHA / DÊRA ZOR
Hêzên QSD’ê pêr bi operasyoneke taybet li herêma Baxozê 3 şervanên xwe ji destê çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundê Baxozê ji aliyekî ve sivîlan û çeteyên teslîmbûyî ji herêmê derdixînin û operasyonên xwe didomînin, li aliyê din jî bi operasyonên taybet şervanên xwe yên beriya niha dîl hatibûn girtin, rizgar dikin.
Şervanên ku hatine azadkirin peyivîn û wan qala rewşa xwe kir.
Li cem me ji tîna û birçîbûnê mirin
Şervanê QSD’ê Ehmed Husên diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê ew xistibûn hundirê makîneyekê û hêzên QSD’ê yên bi vê zanîbûn di dema operasyonê de bi baldarî tevdigeriyan û nehiştin ku zerar bigihîje wan û got; “Hêviya me ti carî qut nebû me dizanî wê rojekê hevalên me werin me rizgar bikin. Bi rastî jî êdî kêliyên dawî bûn. Ji ber ku sê kes li cem me ji tîna û birçîbûnê mirin.”