Li rojhilatê bajaroka Hecînê, 60 çeteyên DAIŞ‘ê ku pirraniya wan biyanî ne, xwe radestî hêzên QSD‘ê kir.

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê “Şerê Tinekirina Terorê” didome. Şervanên QSD‘ê roj bi roj bi pêş ve diçin û sivîlan ji pencên çeteyan xilas dikin.

Li gorî agahiyên ku fermandarên QSD‘ê dane Ajansa Hawarê (ANHA), li rojhilatê bajarokê Hecînê, 60 çeteyên DAIŞ‘ê ku piraniya wan biyanî ne, xwe radestî hêzên QSD´ê kirine.

Çeteyên radest bûne, xwedî nasnameyên Fransî, Birîtanî, Hindistanî û Pakistanî ne.

Fermandarê QSD‘ê destnîşan kir ku çeteyan, piştî ku derbên giran ji hêzên wan xwarin, xwe radest kiriye.

QSD’ê hezar sivîl rizgar kirin

Qonaxa dawîn a pengava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi xurtî û şerê dijwar dewam dike. Şervanên QSD`ê li herêmên El-Baxoz, El-Sûse û Hecînê di qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de hezar sivîl ku ji wan 700 jin û zarok in, rizgar kirin.

Şervanên QSD`ê pêr jî bêhtirî hezar û 600 sivîlên din li herêmên El-Baxoz, El-Şefaa û El-Sûse rizgar kiribûn.

Li aliyê din bi hezaran sivîl berê xwe didin herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin.

 

DÊRA ZORÊ