Mizgîniya mezin a Newrozê ji Dêra Zorê hat. Nûçegihanên li herêma şer radighînin ku QSD´ê daye zanîn ku şervanên QSDê Baxoz bi temamî rizgar kirine û şervanan operasyonên paqijkirina bermahiyan û mayînan li Baxozê dane destpêkirin. YPJ´ê jî serketin weke diyariya Newrozê diyarî jinan hemûyan kir.

Şervanên QSD`ê gundê Baxoz ê ser bi Dêra Zorê, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Bi vê yekê Şerê Tinekirina Terorê bi dawî bû. DAIŞ ji aliyê eskerî ve têk çû û QSD bi ser ket.

Gava nûçeya me hat amadekirin, nûçegihanê ANHA´yê ragihand ku şervanên QSD`ê gundê Baxoz bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiriye. Bi vê yekê Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê yê Pêngava Bagera Cizîrê bi têkçûna DAIŞ`ê û serketina QSD`ê bi dawî bû.

Nûçegihanê ANHA´yê diyar kir ku gundê Baxozê bi temamî hatiye rizgarkirin û şervanên QSD´ê dest bi operasyonên paqijkirina Baxozê kiriye.

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê roja 18`ê Îlona 2018`an ji bo rizgarkirina herêmên dawîn ên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de, hatibû destpêkirin.

1`ê Adarê  piştî bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin, çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan xwe radestî QSD`ê kir. QSD`ê operasyona dawîn a tinekirina çeteyên DAIŞ`ê dabû destpêkirin.

Gava me nûçe amade dikir, çav li rê bû ku QSD li ser rizgarkirina Baxozê û têkçûna DAIŞ’ê daxuyaniyekê bide.

   

YPJ´ê diyarî jinan kir

Ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Nazim Daştan jî bi nûçeyekê da zanîn ku QSD ragihandiye ku operasyona bi navê “Pêngava Bagera Cizîrê” bi rizgarkirina Baxozê bi dawî bûye û DAIŞ bi temamî ji ser axê hatiye paqij kirine. QSD, destnişan kir ku hemû axa Rojhilat û Bakûrê Sûriye ku DAIŞ’ê dagir kiribû bi temamî ji destê DAIŞ’ê rizgar bûye û hebûna DAIŞ’ê ya li ser axê bi temamî xelas bûye.

Şervanên Yekîtiya Parastina Jinê (YPJ) ala dawî ya DAIŞ xist xwar û li şûna wê ala xwe ya YPJ’ê çikand. YPJ’ê got, ew vê serkeftinê wekî diyariya Newrozê diyarî hemû jinên cihanê dikin, Newrozê li hemû jinan pîroz dikin. YPJ’ê anî ziman ku di serî de serketinê li jinên Êzîdî û hemû jinên cîhanê piroz dikin û diyarî hemû jinên cihanê dikin.  n DÊRA ZOR