Şervanên Xezeba Firatê ji pêr bi şev ve heta niha ji gundê Safsafah 3 Km ber bi Tebqayê ve bi pêş ve çûn. 

Operesyona Xezeba Firatê ya rizgarkirina Bajar û Bendava Tebqayê di roja 21. de bi hemû lez û dijwariya xwe didome. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji şevê din ve, ji gundê Safsafah ber bi bajarê Tebqayê ve, 3 km bi pêşve çûn û di dema amadekirina nûçeya me de ber bi Geliyê Şuiba ve bi pêş diketin.

Di heman demê de nêzî rêya navneteweyî ya ku diçe Tebqayê şer li 3 baskan heye. Di encama şer de heta kêliya amadekirina nûçeyê wesayîteke bombebarkirî hat îmhakirin û gelek çete hatin kuştin. Cenazeyên 6 çeteyan jî ketin destê şervanên QSD´ê.


 REQA